Li Şehbayê bi alîkariya jinên Kampa Serdem ji bo zarokan bi navê ‘Semîra’ parkek hat avakirin.

Bi pêşengiya Şaredariya Kampa Serdem, bi alîkariya jinên kampê parkek bi navê Şehîd ‘Semîra’ bi şahiyekê hat vekirin. Şêniyên Kampa Serdem, Meclîs û Şaredariya kampê di şahiyê de amade bûn. Di vekirina parkê de Hevseroka Şaredariya kampa Serdem Emel Qehreman axaftinek kir.

Kêfxweşiya zarokan

Emel, bal kişand ser têkiliya jinê bi xwezayê re û wiha got: “Em jin her dem derdora xwe şîn dikin, ji ber vê me parkek bi vî rengî ava kir. Çiqas em bi hêvî bin û berxwedana xwe bidomînin em ê vegera Efrînê misoger bikin.” Piştî axaftina Emelê park ji aliyên dayikên berxwedêran ve hat vekirin. Têkildarî vê mijarê zarokên ku beşdarî şahiyê bûn hestên xwe bi me re parve kirin.

 Zaroka bi navê Fatimê Hesen kêfxweşiya xwe ji ber avakirina parkê anî ziman û wiha got: “Em kêfxweş bûn ji ber parkek bi navê Şehîd Semîra li kampa Serdem hat vekirin, em zarok rojane em ê werin parkê û pirtûkan bixwînin, em ê parka xwe her tim biparêzin.”

 ŞEHBA