Desteya Ciwanan û Werzîşê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê, Turnuvaya Şehîd Ehmed Cilûsî ya deste û saziyan a salane ya futbolê û bi beşdariya 14 tîmên ku dabeşî 4 koman bûne, organîze kir.

Tîmên beşdarî turnuvayê bûne ev in: Ragihandin, Desteya Tenduristiyê, Meclisa Kantona Şehbayê, Heyva Sor a Kurd (A), Desteya Ciwan û Werzîşê, Dêr, Desteya Çand û Hunerê, Desteya Kar û Barên Civakî, Mamosteyên Şêrawa, Desteya Parastinê, Desteya Perwerdeyê ya Şehbayê, Heyva Sor a Kurd (B) û Desteya Perwerdeyê ya Efrînê.

Maçên (musabeqayên) turnuvayê li stada gundê Babinsê yê navçeya Fafînê dê werin lidarxistin û her roj dê 2 maç werin lidarxistin.

Tîmên Desteya Ciwan û Werzîşê û Dêr di maça yekemîn de hatin hemberî hev û bi serketina tîma Desteya Ciwan û Werzîşê bi 9 golan beramberî 2 golan bi dawî bû. Her wiha maça duyemîn jî ji tîma Heyva Sor a Kurd û Desteya Çand û Hunerê pêk hat û bi serketina tîma Desteya Çand û Hunerê bi skora 8-5 bi dawî bû.

Tê payîn ku maçên turnuvayê mehekê dirêj bikin û tîma ku dê bi ser keve, dê xelata serketinê wergire.

 

 ANHA / ŞEHBA