Rêveberiya Deriyê Sêmalka û Fîş Xabûrê ji bo veguhastina şêniyan otobusên nû dabîn kirin, her wiha xebatên sererastkirinê bi dawî bûn û otobusan dest bi xebatê kir. Beriya bi çend rojan li deriyê Sêmalka keştiyeke veguhastina şêniyan ji ber bilindbûna asta avê di çemê Dîcle de noqî avê bû. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Ji ber wê, rêveberiya Deriyê Sêmalka û Fîş Xabûr ji bo ewlehiya şêniyan otobusên nû dabîn kirin û otobusan îro serê sibê dest bi kar kir. Di vê çarçoveyê de şêniyan destnîşan kir ku pêngaveke erênî ye û diyar kir ku metirsiya wan ji ber çûn û hatina bi keştiyan hebû, bi taybetî di demsala zivistanê de ji ber ku ava çemê Dîcle bilind dibe. Gerînendeyê Deriyê Sêmalka, Baz Ehmed got ku xebatên sererastkirina pira di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de ku ji ber lehiya çemê Dîcle xira bûbû, hatiye bidawîkirin û otobusan dest bi kar kiriye. n ANHA / QAMIŞLO