Komîteyeke ji 6 kesan li ser navê xelkê Rojavayê Kurdistanê xwest derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bibe û bi rayedarên PDK’ê re hevdîtinê bike, lê belê rayedarên PDK´ê hevdîtin red kir û şande vegeriya û daxuyaniyek da çapemeniyê.
Yek ji endamên komîteya ji 6 kesan, Endamê Meclîsa Gel a Girkê Legê, Xesan Rustem e. Rustem der barê mijarê de ji RojNews re axivî û got, rayedarên PDK’ê hevdîtina bi wan re red kirine û weha axivî: "Nehiştin şandeya me ya ji 6 kesan derbas bibe. Li ser pirê kesên leşker hatin pêşiya me û em asteng kirin. Me got em dixwazin berpirsyarên deriyê sînor bibînin ka çima derî li ser gelê Rojava girtine.”
Xesan Rustem da zanîn ku rayedarên PDK’ê hevdîtin red kiriye û weha domand: “Xwestin mijarê bikin mijareke siyasî, lê me ji wan re got, em kesên sivîl in û li ser navê xelkê Rojava hatine hevdîtinê. Derî li ser me hatiye girtin û ti tişt derbas nabe."
Heta ku bersivekê bidin çalakî dewam dike
Rustem li dirêjahiya dema çalakiya li ser sînor jî got: "Em ê careke din hewl bidin ku hevdîtinan pêk bînin. Em hêvî dikin ku dîsa me venegerînin. Heta ku bersivekê bidin me, em ê çalakiya xwe dewam bikin. Em dixwazin Herêma Kurdistanê îzaha vê ji me re bike ka çima sînor li ser gelê Rojava girtiye."
Xesan Rustem li ser nûçeyên dibêjin, birîndarên Qamişlo derbasî Başûr bûne jî ev bersiv da: “Ti birîndar derbasî Başûr nebûne. Birîndarên me 3-4 seatan li ser sînor li benda derbasbûnê man, kesî ew derbas nekirin. Nûçeyên derew çêkirin ku derbas kirine, ev îdîa bê bingeh e. Nûçeyên ku dibêjin, derman jî derbas bûne, ne rast in. Tenê saziya bi navê ARD ji Başûrê Kurdistanê derman rêkirine, bi fermî hikûmeta Herêma Kurdistanê derman derbasî Rojava nekirine.”
Çalakiya girseyî dewam dike
Roja 22’ê Nîsanê Mesûd Barzanî ragihand ku ew amade ne birîndarên Qamişlo bînin Başûrê Kurdistanê, lê belê Rêveberiya Kantona Cizîrê daxuyaniyek da û ragihand ku ti birîndar derbasî Başûr nebûne û piştî çend seatan birîndar careke din vegeriyane Rojava.
ROJNEWS/DÊRIK