Gerîlayên HPG/YJA-STAR li Şemzînan û Çelê li dijî leşkerên Tirk bi çekên giran çalakî lidar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Çelê û Şemzînanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hat ragihandin, balafira keşfê ya bê mirov a artêşa Tirk roja 8'ê Adarê li ser herêma Zapê geriya û di encama çalakiya gerîla ya bi çekên giran de derb lê ketiye û neçar maye ji herêmê biçe.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan: "7'ê Adarê di saet 15:15’an de yekîneyên me li dijî komeke leşkerên ku ji Girê Sîvrî diçûn Girê Leylek ê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hêjmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.
8'ê Adarê saet di 17:00 de, li hemberî leşkerên li gundê Petrot ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn, hêzên me bi çekên giran çalakî pêk anîn. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin."
Li qadê gerîla bombebaran
HPG’ê diyar kir ku balafirên şer herêmên gerîlayan bomberdûman dike û ev agahî da: "8’ê Adarê balafirên şer ên artêşa Tirk di navbera saet 10:00 heta 11.00 li ser Girê Cehennem ê girêdayî qada Avaşîn a Herêmên Parastina Medyayê, di saet navbera 17:00-20:00’an de jî Dola Kinyaniş, Dola Şehîd Ozgur, qada Govendê, Geliyê Avaşîn û Mervanis bomberdûman kirin. Dîsa heman rojê balafirên şer devera Tabûra Ereban bomberdûman kiriye.
8'ê Adarê saet di 00:00-00:30’an de balafirên şer derdorê Ava Zapê û gundê Karê yên girêdayî herêma Zapê bombe kirine."
ANF/BEHDÎNAN