Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li hember leşkerên li gel wesayîtên zirxî di navbera devera Şeptan û navçeya Şemzînan a Colemêrgê de tevdigeriyan, gerîlayan çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. HPG’ê ji bo encaman jî got, “Li hember karwanekî maşînê eskerî ê di navbera Taxên Meydan û Bedoyê de bi çekên nîvotomotîk û çekên ferdî çalakiyeke xurt hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin û wesayîteke tîpa Kîrpî jî hate derbkirin. Di heman demê de leşkerên ku ji bo hewarê jî ketin tevgerê, bûn hedefa yekîneyên me. Li vir jî 2 leşker hatin kuştin, wesayîteke tîpa Kîrpî jî hate derbkirin. Artêşa TC kuştî û birîndarên xwe bi ambûlans û helîkopterên tîpa Skorsky rakirin nexweşxaneyên li Şemzînanê. Di heman demê de Tûgaya Şemzînan û Qereqola Kûrê cihê bûyerê bi obus, hawan û tankan bombe kirin.”
HPG’ê wekî din da zanîn ku 12’ê Tîrmehê di encama çalakiyeke sekvanî ya gerîlayan de li qereqola Girê ya li navçeya Colemêrgê Çelê eskerekî Tirk hatiye kuştin.
Di çalakiyê de hatiye diyarkirin ku12’ê Tîrmehê jî kepçeyeke artêşa Tirk a rê ji bo girê Leylek ê li herêma Oremar a navçeya Gever a Colemêrgê çêdikir, ji aliyê gerîlayan ve hatiye derb kirin, lê belê hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
YPS´ê li navenda Colemêrgê 2 POH kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê jî li aliyê din da xuyakirin, ku yekîneyên YPS’ê di 10’ê Tîrmehê de li Colemêrgê li dijî wesayîteke zirxî û yeke sivîl ên çeteyên dewleta Tirk çalakî pêk anîye û di encamê de 2 polîsên tîmên taybet (POH) hatine kuştin. Di daxuyaniyê de wekî din hat gotin ku di çalakiyeke duyemîn de wesayîteke zirxî hedef hatiye girtin û ev wesaît hatiye derbkirin, lê belê lê hejmara kuştî û birîndarên dewleta Tirk nehatiye zelalkirin.
NAVNEDA NÛÇEYAN