Li Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) der barê 7’emîn salvegera komkujiya Parîsê de civîn li dar xistin û daxuyanî dan. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Ne-am Eliays wiha got: “Sakîne û hevalên xwe li dijî zihniyeta qirker her dem li ber xwe dan. Ew ê her dem rêya me ronî bikin.”

Piştî civînê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her sê jinên têkoşer Sakine, Leyla û Fîdan bedelên giran di oxira têkoşîna ji bo azadiyê de dane û ew çîrûska ronahiya azadiyê ne.

Li Kobanê daxuyanî

Rêxistina Kongreya Star a Kobanê bi boneya 7’emîn salvegera komkujiya Parîsê ku hersê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, (Sara) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di encama suqasta ku ji aliyê  istixbarara tirk ve hatibû kirin û hersê jinên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dabûn, bi daxuyaniyekê hatin bibîranîn.  Daxuyanî li qada jina azad bi tevlîbûna dehan jinên sazî û dezgehên Kobanê ve hat dayîn û daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Mizgîn Xelîl ve hat xwendin.

 

ŞENGAL/KOBANÊ