Du xwişk û birayek ên tevlî nava refên YBŞ û YJŞ’ê bûn, perwerdeya xwe bi dawî kirin. Xwişk û bira yên ku di nava yekîneyên berxwedanê de cihê xwe digirin, bang kirin li ciwanên Şengalê da ku tevlî nava refên YBŞ û YJŞ´yê bibin.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an û vir ve tevlîbûna nav refên Yêkîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) ên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedan dimeşînin, her roja diçe zêde dibe. 2 xwişk û birayek ên tevlî nav yekîneyên berxwedana Şengalê bûn, perwerdeya xwe bi dawî kirin.
 
Hem xwişk û bira, hem jî heval
Şervana YJŞ’ê Diljîn Dilwar ku yek ji 3 xwişk û bira yên tevlî nav refên YBŞ û YJŞ’ê bûye, got; “Em 2 xwişk û birayek tevlî nav refên berxwedana Şengalê bûn. Ji ber vê tevlîbûna xwe em gelek kêfxweş in. Berê girêdayinek me ya xwişk û biratiyê hebû. Niha jî hem xwişk û bira, hem jî hevalên têkoşînê ne yên ku ji bo gelê xwe şer dikin. Bi şêweyekî bê dudilî pişta xwe pesandina bira û xwişka xwe û ji wî re bibêjî hevrê pirr bi wate û xweş e.”

 ‘Êdî em ê destûr nedin pêkhatina fermanan’

Dilwar diyar kir ku di demên destpêka komkujiyê de tevlîbûna jinê pirr kêm bû û dewama axaftina xwe de got; “Di dema komkujiyê de tevlîbûna nav refên YJŞ’ê pir kêm bû. Bi taybetî jî ji Şengalê. Lê niha pêl bi pêl tevlî dibin. Êdî jinên Êzîdî hay ji her tiştî hene. Ji bo tolhildana vê û xwe ji nû ve afirandinê, jinên Êzîdî di her alî de xwe perwerde dikin. Em 2 xwişk û birayek bi hevre tevlî bûn û em bi hevre perwerde bûn. Piştî perwerdeya 2 mehan, niha pratîk li benda me ye. Em ê YBŞ û YJŞ’ê bi hêz bikin. Em ê destûrê nedin ku li ti cihê Kurdistanê ferman pêk werin. Ji ber ku êdî ne tenê Şengal, her çar parçeyên Kurdistanê xaka me ne. Û parastina vê xakê û vî gelî jî erka me ya herî pîroz e.”
 
Banga tevlkîbûna nav refên berxwedanê

Her wiha yek ji 3 xwişk û birayan Dilwar Diljîn ku cihê xwe di nava refên berxwedana Şengalê de digire, dibêje, “Em bi hevre tevlî bûn û me bi hev re dest bi vê têkoşînê kir. Weke 3 xwişk û bira em pewerde bûn, me rastî fêm kir û li gorî wê temaşeyî jiyanê kir; ev hesteke pirr bi wate ye. Ciwanên Êzîdî bi taybetî jî jin divê elaqeyeke mezin nîşanî YBŞ-YJŞ’ê bidin û tevlî bibin. Divê pêl bi pêl tevlî bibin da ku em Şengalê azad bikin.”

 ‘Beriya bi 2 salan jin vedişartin’

Şervanê YBŞ’ê Erdal Siba jî ku li gel 2 xwişkên xwe biryara xwe daye, diyar kir ku ji bo careke din komkujî pêk neyên, divê refên yekîneyên berxwedana Şengalê bên mezinkirin û got, j bo vê, weke 3 xwişk û bira wan biryara tevlîbûnê daye. Siba weha axivî; “Tiştek bi qasî ku mirov ji bo xak û gelê xwe tê bikoşe, pîroz û bi rûmet nîne. Jixwe, li cihekî weke Şengalê tevlîbûnek weha pirr pîroz e. Beriya bi 2 salan jin vedişartin. Digotin divê zilam li ber xwe bide. Niha bi felsefeya Rêbertiyê gelê me bi wateya jinê baştir dizane. Em ne tenê parêzvanên Şengalê, parêzvanên Kurdistanê hemûyî ne.”
Xwişk û birayên bi navê Erdal, Dilwar û Diljîn dawiyê bang li ciwanên Şengalê kirin da ku tevlî nav refên berxwedana Şengalê bibin.


25 ciwanên din tevlî nav refên YBŞ’ê bûn

Li çiyayên Şengalê 25 ciwanên din ên Êzîdî perwerdeya xwe ya parastina rewa bi dawî kir û tevlî nav refên YBŞ’ê bûn.
Piştî 3’ê Tebaxa 2014’ê gelê Êzîdî bi komkujiyeke mezin re rû bi rû bû, ciwanên Êzîdî tevlîbûna xwe ya nav refên YBŞ’ê didomînin. Ji Dewreya Şehîd Xebat a li Akademiya Dewrêşê Evdî, 25 ciwanên din ên Êzîdî mezûn bûn. Di merasîma mezûnbûnê de fermandarên YBŞ’ê Çekdar Şengal û Alî Amed jî amade bûn.
Çekdar Şengal diyar kir ku şervanên azadiyê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di çeperên herî pêş de cihê xwe digirin û berxwedaneke mezin dimeşînin û got; “Îro Dewreya Şehîd Xebat bi dawî hat. 25 hevalên me yên din jî tevlî nav refên parastinê bûn. Hemû şervanên azadiyê yên ku di vê berxwedanê de cihê xwe digirin, divê ji vir û şûn ve zêdetir bi rola xwe rabin û serkeftinê bi dest bixin. Ji ber ku hêzên YBŞ û YJŞ’ê, hemû tişt ji tinebûnê, afirandin. Ji ber vê sedemê destpêkê weke hêzên YBŞ/YJŞ’ê em soz didin ku em ê destûrê nedin komkujiyên din.”
Piştî merasîmê 25 şervan bi dûrişmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azad’ ber bi cihê erka xwe ve hatin birêkirin.

NUJIYAN XELÎL-SARA XWÎNDA
ROJNEWS/ŞENGAL