Fermandariya YBŞ’ê derbarê êrişa dewleta Tirk de daxuyaniyek da û got: “YBŞ û YJŞ ne hêzek in ku serî li ber êrişan bitewînin.”
YBŞ´ê da zanîn ku di êrişa balafirên şer ên Tirk ên li dijî Geliyê Şîlo yê Şengalê de 17 nuqte hatine bombekirin û 3 sivîlan di êrişê de jiyana xwe ji dest daye. YBŞ´ê da zanîn ku welatiyên jiyana xwe ji dest dayî koçberên ji Rojava bûne û wan di aşê avê de kar dikir. YBŞ´ê ji kesûkarên welatiyan re sersaxî xwest û wiha dewam kir: “Gelê Şîlo herêmeke sivîl e ne eskerî ye. Li vê qadê ti hêzên me nînin. Li vê herêmê Lîderê Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî di pîrozbahiya 15’ê Tebaxê de hatibû qetilkirin. Mam Zekî Şengalî ji bo pêwîstiyên avê yên civaka Êzîdî li vir aşekî avê dabû çêkirin. Welatiyên sivîl bi vêarmancê li wir bûn. Di vê êrişê de ji hêzên me ti endam ne şehîd û ne jî birîndar bûne.”
Em serî natewînin
YBŞ´ê bi bîr xist ku dewleta Tirk Pêşengê Civaka Êzîdî û Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî di salvegera komkujiya Koço de qetil kiriye û niha jî di roja Cejna Êzî Şengal bombe kiriye û got, “Ev eşkere dide nîşan ku dewleta Tirk civaka Êzidî kiriye hedefa xwe. Dewleta Tirk li pey xeyalên Osmaniyan e.
Divê dewleta Tirk û hêzên herêmî baş bizanin ku em hêzên YBŞ û YJŞ ne hêzek in ku serî li ber gefan bitewînin. Em bi hizir, îdeolojî, felsefe û vîn; li ser van xakên pîroz soza me ji bo civaka me ya Êzîdî û şehîdên me heye. Heta dawî em ê civaka xwe biparêzin.”
Xizmeta dijmin nekin
YBŞ´ê bang li wan aliyên siyasî û eskerî ku xwe Êzîdî dibînin jî kir da ku bi siyaset û gotarên xwe xizmeta dijminê xwe nekin. YBŞ´ê wekî din bi bîr xist ku PKK fermî ji Şengalê derketiye û wiha dewam kir: “Em YBŞ û YJŞ di pêvajoya fermanê de hatin avakirin, em parêzvanên Şengalê ne. Em vê êrişê napejirînin. Kîjan alî li gel van hêzan be, divê bi lezgînî li xwe vegere. Em hemû pirsgirêkên nava xwe bi rêya diyalogê çareser dikin.”
YBŞ´ê daxuyaniyên Iraqê jî kêm nirxandin, xwest ew fermanê fermî weke qirrkirin nas bike û meydana hewayî ya Şengalê li Tirkiyeyê bigire.
YBŞ´ê herî dawî ev bang li Êzîdiyan kir: “Em bang li gelê xwe dikin, çi dibe bila bibe divê van êrişan bi girseyî şermezar bikin. Em bang li civaka Êzîdî dikin ku vê xaka pîroz a Êzîdî û Şengalê heta dawî biparêzin.”
ŞENGAL