Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, çeteyên DAIŞ’ê şevê din ji çend baskan ve êrîşî mewziyên gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyan ên li taxên Hey Nasir û Berojê, kirin. Hate ragihandin ku pevçûna li vir qewimî, heta ber destê sibehê dewam kir.

Li gorî agahiyan, Hêzên Hevpar ên Kurd di vî şerî de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin û êrîşa çeteyan şikandin. Di pevçûnan de 8 çete hatin kuştin, 16 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî, bi balafirên şer derbeyên giran li mewziyên çeteyên DAIŞ’ê yên li navenda bajarê Şengalê xistin.


 ŞENGAL