Rêxistina li dijî mirovahiyê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ), roja 3'ê Tebaxê piştî ku pêşmergeyên PDK'ê xwe ji herêmê vekişandin Şengal dagir kir. Heman rojê hêzên YPG'ê ketin nava Rebîa ya 100 kîlometre dûr û yekîneyên xwe şandin Şengalê. Hêzên YPG'ê piştî rojevê xwe gihandin Çiyayê Şengalê ku bi deyhezaran mirovên xwe lê girtibûn, di bin gefa komkujiyê de bûn. Hêzên YPG'ê bi lez û bez ji bo ewlekariya sivîlan, herêm xist bin kontrola xwe.
Lê belê ev koçberiya ji neçarî ya ber bi çiyê, veguherî trajediyeke mirovahiyê. Li navenda Şengal û gundên wê komkujî rû didan, li çiyê jî mirovan li hemberî tî û birçîbûnê ji bo xwe li jiyanê bigirin, li ber xwe dan.
Roja 4'ê Tebaxê HPG'ê dest li herêmê werdan û hêz şand herêmê. Hêzên HPG û YJA STAR'ê, ji bo penaberên li çiyayê Şengalê bi awayekî ewle derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin korîdoreke însanî vekirin. Bi hezaran kes ji vê korîdorê derbasî Rojava hatin kirni. Li aliyekî li dijî çeteyan şerekî dijwar hat meşandin, li aliyê din jî ji bo parastina sivîlan û alîkarîdayîna wan hewldaneke mezin hat nîşandan. Li gel vê yekê jî tê gotin ku herî kêm 300 zarok û mirovên bi emir ji tî û birçîna jiyana xwe ji dest dane. Fikar hene ku ev hejmar zêdetir bibe.
Li gorî şahidî û daxuyaniyên mirovên sax mane, hêzên vê gavê li qadê li dijî çeteyan şer dikin û şahidên herêmî, herî kêm 3 hezar kes ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, zêdeyî 5 hezar kes hatin revandin. Di nava van de jin û keç hene. Aqûbeta wan nayê zanîn. Tê gotin ku beşek ji wan li bajarokê Badoş ê ser bi Mûsilê tên ragirtin.
ANF/ŞENGAL