Li Şengalê doh Cejna Rojiyên Êzî ya Feqîran bû. Li gorî “Hesaba Şengalê” Rojiyên Êzî yên Feqîran roja Sêşemê destpê kiribûn û pêr bidawî bûbû. Piştî rojiyên ku 3 rojan dom kirin, doh jî cejin bû.
Di roja cejnê de gelê herêma Şengalê û gundewarên wê, pêşî çûn goristanên şehîdan. Welatiyan piştre jî cejna hevûdin pîroz kirin û serdan pêk anîn.
Rojiyên Êzî çiye?
Di baweriya Êzdayetiyê de hefteya yekem û duyem a Kanûnê, rojên herî kurt ên salê ne, lewma di van hefteyan de 3 rojan rojî tê girtin. Li gorî awayên Êzdayetiyê rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê rojî tê girtin. Di van rojan de xwîn nayê rijandin, tişt û gotinên xirab nayên kirin, munasebetên zayendî çênabin û kar nayê kirin, tenê dua tê kirin. Lewma rojek beriya destpêkirina rojiyê, yanî roja Duşemê her malbatek sawelak serjê dike û ji vê rojê re jî “Roja Serbirê” tê gotin. Roja Înê jî cejna Rojiyên Êzî ye.
Rojiyên Êzî bi 2 rengan tên girtin
Di nava civaka Êzîdiyan de “Rojiyên Êzî” bi 2 rengan tên girtin. Ji van rengan re jî “Hesaba Mergehê” û “Hesaba Şengalê” tê gotin.Li gorî vê yekê; Êzidiyên li Şengalê hefteya yekemîn a meha Kanûnê rojî digirin û navê “Rojiyên Feqîran” lê hatiye kirin. Êzîdiyên li herêma Şêxan û Laleşê jî di hefteya duyem a Kanûnê de rojî digirin û navê “Rojiyên Babe Şêx” lê hatiye kirin.
Hesaba Mergehê jî, roja duşemê (10 Kanun) wê bi “Roja Serbirê” destpê bike û dîsa roja Înê bi cejnê dawî bibe.
ROJNEWS/ŞENGAL