Bi minesebeta cejna Çilê Zivistanê jinen Êzîdî yên Şengalê çûn serdana goristanan.

Di tevahiya rojên cejnê de gelê Êzîdî xwe dispêrin baweriya xwe ya pîroz û serdana goristanên xwe dikin. Yek ji van goristanan Goristana Şêbilqasim e ku rojên cejnê jin diçin serdana wê û şîrênahî û xêran belav dikin. Dih ku ji bo gelê Êzîdî wek cejna Çileyê Zivistanê tê zanîn, jinan berê xwe da goristanê. Jina bi navê Şana Xwedêda ya ji Kampa Bêrsivê ya girêdayî bajarê Zaxoyê, diyar kir ku di Cejna Çilê de ew mirazên xwe dikin dilê xwe û wiha got, “Ev cejna çilê Şêx Adî ye û Şêx Adî mirazê me hemûyan bike. Careke din em li ser cî û axa xwe ya pîroz vegeriyan. Em şepirze bûbûn di konan de. Axa mirov ji her derî çêtir e. Xwedê mirazê hemu Êzîdiyan di vê cejnê de bike ku herkes vegere welatê xwe.”

Gozê Mîrza jî da zanîn ku berî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê goristana wan li Girê Gewrê bû û wiha domand: “Niha ew der ne rizgar kiriye ji DAIŞ´ê. Em dixwazin tevahî heremên me ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibin û em vegerin warên xwe. Ji bo rizgarkirina Êzîdiyên dîlgirtî yên di destê çeteyan de kîjan hêz alîkarî daye em spas dikin. Em wek jinên Êzîdî dixwazin li ser axa xwe bijîn. Êzîdî li Şengalê star dibin ji bo vê jî axa me şîrîntir e ji her derê. Ji bo fermaneke din bi serê me de neyê divê em xwedî li hev derkevin.”

Di her demsalê de gelê Êzîdî cejnekê pîroz dike. Ev cejin jî piştî dibe zivistan bi 20 rojan, oldarên Êzdîyan çil roj rojî digirin û duayan dikin. Piştî her çil rojiyê xwe xilas dikin beriya zivistan xilas bibe bi 20 roja Êzdî cejna Çilê Zivistanê bi vê minasebetê çê dikin û di hemû cejnan de sardana goristanên xwe yên pîroz dikin. 


ŞENGAL