Li Şengalê çinîna ceh dest pê kir. Cotkarên Şengalê diyar kirin ku beriya ku dexlên wan hişk bibin û tehlûkeya şewatê hebe wan dest bi çinînê kiriye. Par şewatê zirareke mezin li cotkarên Şengalê kiribû. Cotkaran diyar kir ku ji bo wergirtina ceh û genim hîna kewar nehatine vekirin.
Cotkar Fêsel Xwedêda dest bi çinîna cehê xwe kiriye; ew dibêje, “îsal ji tirsa şewatê beriya bi temamî dexlên me hişk bibin, me dest bi çinînê kiriye.”
Xwedêda wiha dewam kir: “Berhemên me îsal pir baş in, lê depo hê ji bo wergitina berhemên ceh û genim nehatine vekirin. Her wiha heqê cehê par me wernegirtiye. Em ji Rêveberiya Şengalê dixwazin di zûtirîn demê de çareseriyekê ji bo cotkaran bibîne û depoyên ceh û genim vekin.”
Rêveberê bajarokê Sinûnê, Xwedêda Çokê jî dibêje, hikûmetê 21 hezar û 700 ton ceh par wergirtiye. Xwedêda Çokê dide zanîn ku pirsgirêka 20 salan a li Şengalê, par hate çareserkirin: “Ji sedî 90´ê ji cotkaran kartên xwe yên pere wergirtine lê heta niha nehatine dayîn. Em hewl didin, ji bo vê pirsgirêkê jî çareseriyê bibînin." Xwedêda Çokê wekî dibêje, par li Şengalê tenê ceh hatiye wergirtin, lê îsal genim jî wê bê wergirtin.
ROJNEWS/ŞENGAL