Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi armanca tifaqa Êzîdiyan xurtir be civînek çêkir. Di civînê de ku hin sazî, partî, rêxistin, serokeşîr û rûspiyên Şengalê jî hebûn, gelek biryar hatin girtin.

Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê û rûspiyên Êzîdî, serokeşîrên Êzîdî pêr li ser daxwaza Meclîsa Xweseriya Demoraktîk a Şengalê civiyan. Di civînê de 5 xal wekî biryar hatin kifşkirin. Sazî, rêxistin û rûspiyên ku tevlî civîna Meclîsa Xweser bûn biryarên ku girtine wê pêşkêşî hikûmeta Federal a Iraqê bikin.

Şengal nebe qurbanê nakokiyan

Encama civînê bi daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê hate eşkerekirin. Îbrahîm Xwedêda Daxuyanî xwend û got, "Me civînek ji kesên berpirsyar, partiyên siyasî, kesên rûspî û serok eşîran pêk tê, li dar xist. Me di civînê de rewşa Şengalê ya niha, siyaseta ku li ser tê meşandin û rewşa gelê xwe nirxand. Her wiha me di civînê de çend biryarên girîng dan.

1- Me di civînê de biryar da ku rêveberiya Şengalê ji van kesan pêk were û ji tevahiya derdorên li vir ne amade re jî vekirî be.

2- Em qebûl nakin ti kesek ji derveyî Şengalê, Şengalê birêve bibe.

3- Em hatina meclîsa Şengalê (a ser bi PDK) bi temamî red dikin û qebûl nakin ti biryarên bêyî îradeya Şengalê werin girtin.

4-Di ber rewşa niha ya Şengalê de Hikûmeta Iraqê berpirsyar e. Lewma em ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku ji bo başkirina rewşa gel erka xwe pêk bîne.

5-Em qebûl nakin ku Şengal bibe qurbanê nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de. Divê rêz bidin şeref û kerameta gelê Êzîdî."

 

ŞENGAL

 
 

Desteya Ciwan û Werzîşê ava bû

 

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarîbûna piraniya delegeyan civîna xwe ya asayî li avahiya Meclisa Sûriyaya Demokratîk a li navçeya Eyn Îsayî li dar xist.

Hevserokên Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid El-Mihmbaş pêşnûmeya avakirina Desteya Ciwan û Werzîşê wekî desteyeke nû ku li ser komîteyên rêveberiyê werin zêdekirin pêşkêşî meclisê kirin. Biryar ji aliyê hemû delegeyên meclisê ve hate qebûlkirin. Meha Feysel Mihemed û Mehmûd El-Hemed jî wekî hevserokên Desteya Ciwan û Werzîşê hatin diyarkirin.

Bi avakirina Desteya nû hejmara desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket 10.

 

GIRÊ SPÎ