Seîd, anî ziman ku hemû êzîdîyên li ser cîhanê dijîn li Amedê kom bûn û ev yek di dîroka êzîdiyan de gavek yekemîn e. Seîd da zanîn ku heta niha tiştekî wisa pêk nehatibû û wiha got: "Ji her beşê Êzîdiyan di nava vê civakê de cih girt. Di jiyana Êzîdiyan de gelke guhertin çêbû. Em li gorî berê di rewşek baştir dene. Sedema vê yekê jî bi hezaran ciwanên Êzîdî leşkeriya Iraqê dikin. Ev ji bo Iraqê sermiyeyek pir mezin e. 10 sal berê li hin gundan 4 xaniyên bi beton tune bûn. Hemû ji axê û kerpîçan hatibûn avakirin. Lê niha ji sedî 80 xanî ji betonê hatine avakirin. Di aliyê aborî û jiyanê de ber bi başiyê ve çûne.
Seîd, da zanîn ku perwerdehiyê ji bo gelê şengalê pir girîng e û wiha got: "Divê civak di perwerdehiyekê re derbas bibe.
Dibêjin êzîdî pêş ketine. Raste di aliyê hişmendiyê de pêş ketine. Di aliyê edebî û wêjeyî de zêde pêş neketine. Sedema vê yekê zêde li fîlmên Tirk dinerin. Ji ber vê yekê di serdemên dawî de ciwanên êzîdî întîhar dikin. Ji ber ku perwerdehî tune ciwan întîhar dikin.
Seid, da zanîn ku derdora Şengalê hatiye dorpêçkirin û li ser Şengalê lîstik tên lîstin. Seid, destnîşan kir ku lîstikê dispêkirin Şengalê û polîtikayên bişaftinê pêş dixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li ser Şengalê lîstikên cuda dimeşînin. Armanca wan dixwazin êzîdîyan xelas bikin. Em wekî saziyê 24 saetan li cihê ku êzîdî lê hebin xebatan didin meşandin. Em dê her tim xebatan jî bimeşînin." 

DÎHA/AMED