Daîreya Çandiniyê ya Şengalê piştî 5 salan careke din ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve li Şengalê hate vekirin û dest bi xebatê kir. Ji sala 2014’an ve ji ber fermana çeteyên DAIŞ’ê, gelek saziyên hikûmî yên girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê li Şengalê xebatên xwe dabûn sekinandin. Ji ber ku êdî rewşa Şengalê aram e, hêdî hêdî saziyên ji bo pêşwazîkirina pêwîstiyên gel şûbeyên xwe li Şengalê vedikin. Yek ji wan saziyan jî Rêveberiya Çandiniyê ya Şengalê ye. Rêveberiya Çandiniyê ya Şengalê piştî 5 salan eşkere kir ku ew ê careke din dest bi kar bikin û doh bi awayeke fermî vebû.

Deriyê me li herkesî vekiriye

Endamê Saziya Çandiniyê ya Şengalê, Hadî Mehlo xêrhatina rêveberiya daîreya çandiyê kir û bi navê endamên daîreyê diyar kir ku ew ê peymana xwe ya li gel cotkarên Şengalê nû bikin û got; “Ji niha û pê ve wê saziya me vekirîbe û welatiyên dixwazin çandiniyê bikin, dikarin serdana saziyê bikin. Em dixwazin ji bo çandiniyê alîkariyê bidin cotkarên Şengalê û deriyê me li herkesê ku dixwaze çandiniyê bike, vekiriye. 

 

ROJNEWS/ŞENGAL