
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê der barê berxwedana li Şengalê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku gerîlayên HPG/YJA STAR û şervanên MLKP’ê çalakiyên hevpar lidar xistin û 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku di êvara 24’ê Gulanê li derdora taxa Sîttî Zeynep çalakiyên sûîqestê hatiye lidarxistin û di encamê de 2 çete hatiye kuştin. Derbarê çalakiyên pêkhatî de ew agahî hat dayîn: “ Di 25’ê Gulanê saet di navbera 13:00 - 14:00 de li navenda Şengalê li hemberî maşîneke çeteyan bi çekên giran çalakiyek pêk hatiye. Di vê çalakiyê de jî çeteyek hatiye kuştin.
Di heman rojê saet di 20:30 de li derdora taxa Xeyr Nasir û saet di 22:00 de li derdora taxa Sîttî Zeynebê du çalakiyên sûîqestê hatine lidarxistin û li vir jî 2 çete hatine kuştin.
Di sibeha 26’ê Gulanê saet di 06:00 de li ser rêya Şengal-Kizilentê, li hemberî TIR’eke çeteyan, gerîlayên HPG/YJA STAR û şervanên MLKP’ê çalakiyên sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de 2 çeteyên di TIR’ê de hatin kuştin, ji çeteyên li dû çalakiyê hatin cihê bûyerê jî, çeteyek hat kuştin û çeteyek birîndar bû.
Di heman saetê de li heman cihê çalakiyê 2 çeteyên hatin cihê bûyerê, hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dîmenên vê çalakiyê hatine kişandin.
ANF/ŞENGAL
YPG ber bi Mebruka ve diçe
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li başûrê rojavayê Serêkaniyê 2 gundên hatine rizgarkirin û şervanên YPG’ê ber bi bajaroka Mebruka ve pêşve diçin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê 24 saetên dawî ya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ku li Kantona Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 20’an de bi serkeftî berdewam dike.
Operasyonên ku hêzên me li başûr rojavayê Serêkaniyê dimeşînin berdewam dikin. Şevê din hêzên me gundên Şara û Til Qilea yên ku 35 km dikevin başûr rojavayê Serêkaniyê ji çeteyan paqij kirin. Hêzên me doh danê siharê jî ber bi bajaroka Mebrûka ve pêşve çûne. Di pevçûnên ji pêr ve hate jiyîn de, hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”
ANHA/QAMIŞLO