NEDÎME ŞENGALÎ / ROJNEWS / ŞENGAL


Li gundê Borik ê ser bi bajarokê Sinûnê yê Şengalê, bi tevlîbûna 15 ciwanan dewreyeke çand û huner hat vekirin.

Li herêma Şengalê jinûveavakirin li her meydanê dewam dike, her weha li meydana huner û çandê jî. Li gundê Borik ê ser bi Sinûnê bi tevlîbûna 15 ciwanan dewreyeke perwerdeya çand û huner hat destpêkirin. Ciwan wê di vê dewreyê de dersên lêxistina tembûrê bibînin.

Mamosta û şagirtên dewreyê bang li ciwanên Êzîdî dikin ku xwedî li çand û hunerê xwe derkevin. Ciwanê bi nave Qehtan Mîrze, kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Berê jî min li tembûrê dida, lê piştî ez hatim vê dewreyê, ez hê zêdetir bi pêş ketim. Ez malavahiya mamostayên xwe dikim.”

 

Xwedî li çand û huner derkevin

Her wiha ciwanê bi navê Ehmed Şengalî jî got; “Ev dewreya hatiye vekirin ji bo me pirr baş e. Em ê xwe bi pêş bixin. Banga min li hemû ciwanên Êzîdî ew e ku li çand û hunerê xwe xwedî derkevin.”

Li ser navê Xebatên Çand û Huner li gundê Borik, mamosta Ehmed Berkat jî got, “Ji bo em şagirtên xwe fêrî çand û hunerê wan bikin, me perwerde da destpêkirin. Armanca me ew e ku ciwanên me baş bi pêş bikevin.”