Doh li nevenda Şengalê bi amadebûna mamosta û oldarên civaka Êzidî dibistana Kaniya Spî hat vekirin. Têkildarî vekirina dibistanê mamosta Bişar Hecî got, di vê dibistanê de wê zarokên ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û zarokên sêwî mane, bi giştî 200 zarokê fêrî baweriya Êzidayetî bibin.

Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê, bêyî sedem nîşan bide nêzî sê meh in dibistana Kaniya Spî girtibû. Doh li nevenda Şengalê ji aliyê Yeketiya neteweyî ya Êzidiyên Cîhanê û her wiha bi amadebûna mamoste, zanayên Ola Êzidiyan û berpirsiyarê mafê mirovan li parazgeha Musilê carek din ev dibistan hat vekirin.

Têkildarî vekirina dibistanê Berpirsê Mafê Mirovan li Parêzgeha Musilê Elî Abo axivî û got; “Xelqê Êzidî yek ji xelqên herî kevnar ên Iraqê ne û ew ê her tim ji bo mafê Êzidiyan xebatê bikin. Mamosteyê dibistana Kaniya Spî Bişar Hecî jî li ser giringiya vekirina dibistanê wiha axivî; “Ev dibistan ji ber pirsgirêkên siyasî hatibû girtin, lê îro carek din bi alîkariya Yekitiya Netewî ya Êzidiyên Ewrûpayê hate vekirin û em sipasiya wan dikin.

 

ŞENGAL/ROJNEWS