HECÎ BERKAT / ROJNEWS/ŞENGAL
Li ser rêya giştî ya di navbera Şengal û Til Izêrê de goreke din a bi komî ji aliyê YBŞ´ê ve hat dîtin. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ‘ê bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin û dîl hatin girtin. Heta niha zêdetirî 70 gorên komî li Şengal û derdora wê hatine dîtin. Herî dawî li ser rêya giştî ya di navbera Şengalê û Til Izêrê de goreke komî hate dîtin. Cenazeyê kesekî ji aliyê malbata wî ve hate naskirin. Lê yê din hîna nehatine tesbîtkirin.
Kes serê xwe naêşîne
Yek ji kesên hatî naskirin birayê Ziyad Kemal e. Ziyad Kemal têkildarî mijarê ev agahî dan; “Em ji Zaxo hatin vir, ji bo em hestiyên birayê xwe nas bikin. Tê gotin ku wê di 28’ê vê mehê de ji bo vekirina gorên komî komîsyonek were, lê ev 5 sal in kesek serê xwe ji ber neêşandiye. Em niha jî bawer nakin dema hatî diyarkirin bên vekirin.
Me weke erkekî dît
Şervanê YBŞ‘ê ê Silêman Xûdêda jî got:’ Me weke erkekî dît ku li hestiyên zarokên Êzîdî bigerin. Ne saziyên mafê mirovan û ne jî hikûmete Iraqê heta niha lêgerînek bi fermî li ser gorên bi komî nekirine.”