
Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê pêk hat, civaka Êzîdî yekîneyên xweparastinê YBŞ/YJŞ’ê ava kirin. Gelê Ereb yê ku li Şengalê dijî, ji bo siberoja xwe ewle bikin, di bin sîwanê YBŞ’ê de xwe birêxistin dike û bi hêz dibe. Medîbanê gundê Ereban e û bi ser Şengalê ve ye. Yekîneyên Ereban dibêjin ku parastina wan tenê di nav YBŞ de di bin ewlehiyê de ye. Erebên ku ji bo parastina gundên xwe, di nav YBŞ’ê de yekîneyan xwe birêxististin dikin, dibêjin ew weke beriya fermanê bi Êzîdiyan re dijîn û dibêjin, ‘di navbera me de ti cûdabûn nîne’.
Em dikarin wekhev bijîn
Baz Cizîrî yê ku fermandarê yekîneyên Ereban e, û di bin sîwana YBŞ’ê de xwe birêxistin dike, got: ‘Ez fermandarê hêza Ereban yê giredayi YBŞ’ê me. Piştî ku me bi hevrêyên xwe yên rêveberiya YBŞ’ê re hev dît û me hevalbendî danî. Ev dû sal in, em cihe xwe li vê mintiqê digirin. Em û hevrêyên me yên YBŞ’ê bi hev re tevlî gelek çalakîyan bûn û me gelek cih jî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Em bi hev re bi kêfxweşî dijîn û haya me jê çêbû ku em dikarin wekhev bijîn. Ji derweyî qewmiyet û çandê yên di navbera civakên Iraqê de ti cihêtiya me nîn e. Herkes dizane ku DAIŞ li ser jiyana gelê Iraqê wek nexweşiyekî ye û naxwazê ku di nav gelê Iraqê de xêr û wekhevî çebibe. Lê îro hatiye wê astê ku, gel êdî Ii hemberî vê nexweşiyê bisekine û ji derveyî cûdabûna qewm, çand û ol, ji her milî ve wekhevî bi serket. Ev du salin me li vê mintiqê li berxwe da, cihê me yê esasî ne li vir e. Em tenê ji bo xilaskirina DAIŞ’ê li vê derê ne, jixwe hebûna DAIŞ’ê ya li vê qadê jî ber bi xilasbûnê ve ye, pir kêm maye. ”
‘Me gelek bedel dan’
Cizîrî diyar kir ku vîna gel beriya her tiştî tê û got: “ Ne tiştekî zor e. Lê pêwist e gelê me bi me re bibe yek. Me li ser vê axê gelek şehîd dan. Niha em di mintiqê Medîbanê de ne. Wekî me got, me gelek berdêl li vê derê dan her wiha hêzên cuda wekî Yekîneyên Nawadir jî li vê derê gelek bedel dan. Em bang li gelê xwe û bi taybet jî li gelê xwe yên Mûsilê dikin ku dixwazin li hemberî desthilatdarî û dagirkeriyê bisekinin, bila bê tirs û bê xem û bi rengekî zindî werin. Em ê wan qebûl bikin û xêrhatina wan bixwazin. Her tişt, heya fikir, fikrê me ye. Ne fikrekî dîktatorî û fikrekî cûda ye. Fikrê me fikrê gelan e, fikrê azadiya gelan e. Em fikrê Serok Apo yên ku pêşketina Rojava diyar dike ku tecrubeyên pêşketî ne, ji xwe re esas dibînin. Me ev fikr ji xwe re weke zêr dît, ji xwe re esas dît û em bi wê fikrê hişyar bûn. Bê ku em biwestin, me ev fikir girt û pêwîs te em vê fikrê li xwe bikin û pêk bînin. Ji bo gelê me xwe bigihîne xweseriyê û xwe bi xwe birêve bibe, pêwîst e em bi vê fikrê kar bikin.“
Jiyana li Rojava mînak e
Cizîrî bal li ser jiyana gelê Rojava kişand û got: “Niha em li gelên Rojava mêze bikin, bi kêfxweşî, jiyaneke hevpar dijîn. Di navbera Mesîhî, Ereb, Kurdan de û yên ku ji deverên din hatine cudayiyek tine. Em dixwazin gelê me hemû wek gelên Rojava hevpar, wekhev bijî. Ruxmê bê derfetbûnê, em li hemberî DAIŞ’ê û li hemberî her dijminî sekinîn û heya niha jî yek teqîn Ii wê derê çênebûye. Yanî li vê derê her kes di mala xwe de jî parastinê dike. Yek însanekî xerîb dersbasî vê mintiqê nabe. Daxwaziya min ji her kesekî ew e ku, feyda xwe ji vê bigirin û ev fersendeke mezin e. “
Di nava YBŞ’ê de em hemû hevrê ne
Ezîz Xendîl, yê ku di nav yekîneyên Ereban de cih digire û bi Êzîdiyan re asayîşê pêk tîne, got: ‘’Em niha li gûndê Medîbanê, wek YBŞ’ê bi hevalên xwe yên Êzîdî re ne. Em asayîşê jî bi hev re digirin ti cihêtiya me û Êzîdiyan ji hev nîn e. Nezîkî sal û nîvekî ye ku me Medîban ji destê dijmin rizgar kiriye. Ji bilî me, YBŞ’ê, ti kes di Medîbanê de nîn e. Ti gelemşe di navbera me de nîn in û em hevalên hev in. Em ê bi hev re cihên Êzîdî û Ereban rizgar bikin. ’’
Em niha li gundê xwe ne
Ji şervanên azadiya Şengalê Ciwan Alewa yê ku ji bo parastina gundên xwe di çeperan de di nav yekîneyên Ereban de cihê xwe digire xwe wek şervanekî YPŞ’ê pênase kir û got: ‘’Ez şervanê YBŞ’ê me, li gundê Medîbanê disekinim, em û hevrêyên xwe yên Êzîdî, bi hev re şer dikin, êrişî dijmin dikin. Em vegeriyane dema berê, di navbera me de pirsgirêk nîn in û em diçin gundên wan. Cihêtî di navbera hevalên Êzîdî û Ereban de nîne, em hemû li heman cihî şer dikin û em tî carî nabêjin ev Ereb e an jî ev Êzîdî ye. Niha li gel min nêzîkî 10 hevalên Êzîdî hene. Em bi hevre kar dikin, asayîşê digirin. Ez hevîdar im ku em ê bi hev re biçin cihên cihê û li wê derê jî li hemberî dijmin şer bikin. Ez tevî Yekîneyên Berxwedaniya Şengalê bûm, wan em qebûl kirin û wan em vegerandin li ser gund û malên me.’’
ARÎN ARARAT/RODA AMED/ANF/ŞENGAL