Piştî fermanê, gelê Êzîdî li Şengalê roj bi roj rêxistinbûyîna xwe bi hêz dike. Pîştî ku li herêmê gelek dibistan hatin vekirin û xwendevan tê de hatin perwerdekirin, niha jî li Şengalê peymangeha bi navê 'Şehîd Rêzan' tê vekirin. Endamê Rêveberiya Peymangeha Şengalê, Îdo Şekir anî ziman ku vekirina peymangehê bersiva hemû êrîşan e. 

Endamê Rêveberiya Peymangeha Şengalê Îdo Şekir li ser xebatên vekirina peymangehê got: "Em dixwazin ev peymangeh bibe bingehek ji mamoste û şagirtên  Êzîdiyan re. Ji bo ku di demê li pêş, ew mamoste karibin zarokên Êzîdxanê perwede bikin. Xwestek hebû û mamosteyan jî pêşniyaz kir û diyar kirin ku pêwîst e peymangahek hebe, heta ku pirsgirêkên mamosteyan yên heyîn, di warê fikrî de bêtin çareserkirin. Em ji bo vekirina peymangehekê li Xanesorê amadekariyên xwe dikin. Ji bo ku ciwanên me yên ku dibistanên xwe qedandine, bê kar in û dixwazin bibin mamoste, em vê peymangehê vedikin. Em ê bi hev re bibin alîkar, heta ku em zarokên xwe bi fikira Êzîdiyatiyê perwerde bikin."

 Bi navê pakrewanan perwerde 

Îdo Şekir anî ziman ku dê navê peymangeha wan 'Şehîd Rêzan' be û got: "Hemû dibistanên me bi navê şehîdên me ne, şehîdên Êzîdiyan yên ku li ber xwe dayîn û canê xwe fedayî axa xwe û miletê xwe kirîn. Ne tenê dibistan hemû saziyên li Şengalê em bi navê Şehîdan vedikin. Şehîd Rêzan ciwanek Êzîdî bû li parêzgeha Mûsilê di xwendinê de yekem bû. Şehîd Rêzan di asta Iraqê de jî her tim yekem bû. Di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi destê çeteyên DAIŞ'ê  Şehîd bû."

 Kurdî li pêş e 

Îdo Şekir ji bo zimanê Kurdî jî got, "Peymangeha me ji sê beşan pêk tê.  Kurdî, Erebî û Ingilîzî. Ji van beşa jî yê ku em bingeh qebûl dikin, Kurdî ye. Em ê dersên Erebî jî bidin, ji ber ku herêma em tê de, girêdayî Hikûmeta Iraqê ye. Ji ber wê jî em neçar in ku fêrî zimanê Erebî bibin. Peymangeha me dê di Hezîran an Tîrmehê de dest bi dersdayînê bike. Her kesa dixwaze perwerde bibe, dikare miracaet bike. Perwedehiya peymangehê dê 3-4 mehan dewam bike. Di du mehên destpêkê de li ser zimanê Kurdî perwede dê were dayîn û piştî wê jî bi zimanê Erebî û Ingilizî."

 Têkiliyên bi wezareta Iraqê re

Îdo Şekir li ser têkiliyên wan ên bi wezareta perwedê ya Iraqê re jî got, "Niha PADÊ ji aliyê Bexda ve hatiye qebûlkirin. Hevalên me jî bi rêya PADÊ agahî dan Hikûmeta Iraqê. Me tu helwestek neerênî ya wezareta Iraqê li dijî vê yekê nedîtiye. Ger em werin ser destûra Iraqê, mafê me ye. Niha hinek şertên şer hene, eger hindek din aramî çêbe, dê serdana me jî ji bo Bexda çêbe."

 'Deriyê me ji her kesî re vekiriye'

Îdo Şekir anî ziman ku ew dixwazin destpêkê bi 30-40 mamosteyan dest pê bikin, da ku perwerde bi awayekî serketî bi rê ve biçe û got, "Lê dîsa jî deriyê me ji her kesî re ku dixwaze fêr bibe, vekiriye. Ger hejmara me zêde be jî em ê bikin beş beş û wan perwede bikin. Mamosteteyên werin perwerdê, em ê bi wan re alîkar bin."

 Îdo Şekir ji bo beşdarbûna perwerdeya peymangehê du xal destnîşan kirin. Li gorî vê; şertê yekem ew e ku kesa beşdar bibe divê 9 sal yan jî heta refa 3'ê ya navîn xwendibe û şertê duyem jî divê temenê wê di kêmî 18 salan be.

Îdo Şekir di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên Êzîdî kir ku beşdarî perwedehiya mamostatiyê bibin û got, "Ne tenê ji bo mamostetiyê, bila ji ber her tiştî li axa xwe vegerin ji ber ku axa Şengsal pewîstî bi keç û xortan heye. Ger çi erka wî hebe bila were, di axa xwe de bike. Çi bijîşk be, çi mamoste be çi Endezyar be. Em gelek giringiyê didin bi vê pêymangehê. Em dibêjin vekirina peymangehê bersiva hemû êrîşan e." 


ROJNEWS / ŞENGAL