Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) li Şengalê bi navê Hevrîn Xelef turnuwaya fûtbolê dan destpêkirin.
Turnuwayê pêr bi navê “Ji bo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef” hat destpêkirin. 10 tîmên ji gund û bajarokên Şengalê wê beşdarî vê dewreyê wê bibin.
Ciwanê bi navê Bercis Celal têkildarî mijarê axivî û got; “Ev dewre bi navê Şehîd Hevrîn Xelef ku bi awayekî hovane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Rojava hat qetikirin, hat vekirin. Em bi vekirina dewreyên bi vî awayî gelek kêfxweş in. Ji ber ku ev yek dibe sedema pêşketina ciwanan. Em bi hêvîne ku di dema pêş de em jî bikaribin beşdarî pêşbirkên navneteweyî bibin.”
ROJNEWS/ŞENGAL