Piştî fermanê jinên Êzîdî xwe di her warî de bi rêxistin dikin û cihê xwe di nav xebatên cuda de digirin. Niha jinên Şengalê haziriya avakirina weqfa jinan dikin. Endama Rêvebira Weqfa Jinan a Çiyayê Şengalê, Zehra Silêman Xalid destnîşan kir ku ji her tiştî zêdetir pêwîstiya wan bi rêxistinbûyînê heye û weha domand: "Bi hezarê salan e ku em li ser vê erdnîgariyê dijîn. Jinên Êzîdî bi keda xwe ev axa bi bereket dewlemend kirin. Lê her dem ev axa me ya bi bereket rastî êrişên dijiminan yên hovane hatiye. Em niha gihiştine wê zanebûnê ku pêwistiya me bi rêxistinê heye. Nexasim, divê em wek jin di her warî de xwe birêxistin bikin."


Perwerdekirin ji bo jinan

Zehra armanca damezirandina weqfê weha rave kir: "Me di gelek aliyan de xwe perwerde kiriye, lê em difikirin ku hîna jî, ji me re lazim e. Ji ber çavkaniya hemû xebatan perwerdeya fikrî ye. Projeya me ya din, beşa tendurustiyê ye. Du sal di ser fermanê re derbas bûn, di gelek aliyan de me zehmetî kişandin. Yek ji wan jî aliyê tenduristiyê ye. Ev jî dibe sedema ku rê li ber nexweşiyên cuda vebe. Nexasim yên herî zêde para xwe ji vê yekê girtî jî jin û zarok in. Ji ber vê yekê me pêwistî dit ku em beşa tendurustiyê jî vekin, da ku em pêşiyê li hin pisgirêkan bigirin." 


Dersên zimanê Kurdi

Zehra Silêman Xalid da zanîn ku ji bo ku xwe di warê aborî de bi rêve bibin, ew ê beşa dirûnxaneyê jî vekin û weha pêde çû: “Ya din jî dersa zimanê Kurdî ye ji ber ku cara yekem e, em li ser erdnîgariya xwe dersen zimanê Kurdî dibînin. Ji ber pêwistiya me bi xwendin û nivîsandina Kurdî jî heye. Dersên kompûter jî wê werin dayin, em dixwazin hemû beşên xebatan di weqfê de vekin û xebateke dewlemend bidin despêkirin."

Zehra bang li hemû jinên Êzîdî kir da ku cihê xwe di nava xebatên weqfê de bigirin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Lewma, dema ku jin xwe di hemû aliyan de bi pêş bixe, pirsigirêkên civakê jî wê kêm bibin. Lewma ya ku pêşengiya civakê dike, jin e. Ji bo wê jî tenê jin dê karibe van krîzên civakê çareser bike."


HEWLÊR ŞAHÎN/JINHA/ŞENGAL