Xetereya zivistanê
Bi êrîşan re sivîlên li çiyê asê mane, bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne. Zêdeyî 10 hezar sivîl li Çiyayê Şengalê asê mane. Bi nêzîkbûna mercên zivistanê re, mercên jiyanê jî zehmet dibin. Ji ber mercên avhewayê, di nav Cotmehê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di dagirkirina Şengalê de, ji destpêkê û heta niha bi sedan zarokî jiyana xwe ji dest dan. Pêwîstiya Şengaliyan bi pêlavên ji bo zivistanê, kincên qalin, xwarin, ava vexwarinê, derman, ji bo germkirinê bi sotemeniyê, heye. Xeteriyeke giran a birçîbûnê heye. Erzaqê di destê Şengaliyan de, bi tenê têra 20 rojan dike. Ancax ji hewayê ve alîkarî li herêmê bê kirin. Li gel gefa birçîbûn û komkujiyê, xeterî heye ku ev şaristaniya xwedî paşerojeke bi hezaran salan ji bingeha xwe bê qutkirin û bê tinekirin. Çete, qadên pîroz ên Êzîdiyan hîna jî bombe dikin.
ANF/ŞENGAL