HEYSEM MISLIM / ANF/REQA
Reqa ew bajar e ku her kesên Sûriye meraq dikir dixwest wî bajarî bibîne. Îro jî her kes dixwaze zanibe û meraq dike çi li vî bajarî diqewime . Şervanên ku niha di vî bajarî de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, wek bakurê Sûriyeyê reng bi reng in. Ji wan şervanên li Reqayê şervanên Suryanî fêrî zimanê xwe dibin.
Îro em bi Hewro Ebûd Siriyan re çûn taxên rojavayê Reqayê. Ebûd şervanekî Suryan e, ji bajarê Til Temir e, di nav Meclîsa Suryan a Leşkerî de cihê xwe digire. Di rê de straneke bi Suryanî vekiribû û olana wê bi ezmên ve fire diket. Belkî dixwest bi rêya wê stranê re balê bikişînê ser ziman û çanda xwe. Nêzî du meh in şervanên QSD’ê bi pêşengiya YPG û YPJ’ê şerê DAIŞ li Reqayê dikin. Zêdetirî nîvê bajêr hatiye rizgarkirin. Ebûd em birin eniyên pêş ê ku şer lê diqewime. Hewro wateya xwe ‘heval’ e û bi zimanê Suryanî ye. Şervanên Suryan bi vî navî bangî hev dikin. Binyatên ser taqan hatibûn rûxandin, rê û rêçikên taxên rojavayê Reqayê tê de meş nabe ji hilweşandina avahiyan. Me ji Hewro Ebûd pirsî ku ev der pir hate hilweşandin, ma şerekî çiqas dijwar li vir qewimî? Bersiveke balkêş da me got "DAIŞ'ê sê salan ev avahiyên hanê dagir kiribûn, xuya ye ne tenê sivîl rizgar bûn, avahî jî xwe ji bêhna DAIŞ’ê paqij bûne."
Fêrî zimanê xwe dibin
Nîvroj bû pêla germahiyê 40 derbas kiribû, şer qewimî şervanan gule bere çeteyan didan. Tişta ku min fehm kir di şer de hinek pîvan tên guhartin, ew jî şervanan gomlekê xwe danîbûn û şer dikirin. Li gorî şervanan ji me re gotiye DAIŞ piranî sê rêbazan di şer de bi kar tîne ew jî mayîn, sekvan û makîneyên bombebarkirî ne. Lewma di serê her kolanekê de divê em bireviyana. Piştre Ebûd em birin noqteyeke hevalên xwe (hewro), ew û hevalên xwe bi Suryanî diaxivîn, wek tê zanîn ev ziman kevintirîn zimanê Rojhilata Navîn e, lê ew jî wek zimanê Kurdî li Sûriyeyê qedexe bû, heta êdî ber bi helandinê ve diçû. Ebûd ji bo ziman got "Tevî em niha di şer de ne, lê ew hevalên me ku bi zimanê xwe nizanin li vir fêr dibin, ji ber li Rojava êdî bûye zimanekî fermî û em fedî dikin bibêjin ku em bi zimanê xwe nizanin."
Belkî niha em bibêjin di vî şerî de pir tişt sererast dibin, hemû pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê hev nas dikin û her kes siberoja xwe bi çand û kultur a xwe diyar dike.