Piştî ku çeteyên DAIŞê 2ʼê Sibatê êriş birin ser herêma Mexmûrê û 2 ji wan hatin kuştin, alavên wan hatin kontrolkirin û têkiliya wan a bi dewleta Tirkk re hat dîtin.
Çeteyan li Çiyayê Qereçoxê sê şivanên ku pezê xwe diçêrandin birîndar kirin û her du çete piştre bi destwerdana Hêzên Xweparastinê di şer de hatin kuştin.
Li qada şer û herêmê lêkolîn hate kirin û di encamê de gelek cebilxane, malzemeyên xwarinê û hin telefon hatin dîtin. Di nava malzemeyên hatin dîtin de çente, kinc, erzaq û derman jî hebûn.
Li ser êlekên êrişê hin nivîs hebûn ku nîşan didan, serçeteyan ev yek diyarî çeteyan kirine. Balkêş e ku derman û hin madeyên xwarinê yên bi çeteyan re hatin dîtin malên Tirkiyeyê bûn. Agahî tinebûn ku çeteyên DAÎŞ’ê xwe bi çi rengî gihandine mal û dermanên Tirk an jî ew malzemeyên Tirk çawa gihîştine wan.
Nabe em ji bo Mexmûrê bêdeng bin
Endama parlamentoya Iraqê Yusra Recev diyarkir ku li ser êrîşa çeteyên DAIŞ ya li ser Mexmûrê ewê nivîsekê radestî Wezareta Navxweyî ya Iraqê bike. Yusra got, wargeha Mexmûrê beşek ji Iraqê ye û nabe êdî ew bêdeng bimînin.
Li gorî Yusra yek ji sedemê êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser wargehê, ambargoya ne mirovane ye ku ji aliyê desthilatdariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve danîn ser wargehê. Yusra wek sedem jî got ku ew dizanin desthilatek wiha ne amadeye xelkê wargehê biparêze.
Derbarê berpirsyartî, erkê Hikumeta Iraq û parlamentoyê de jî Yusra Recep got; “Iraq xwedî berpirsyartiyek navnetewî ye. Divê di aliyê mafê mirovan û mafê penabertiyê de Iraq bi wê berpirsyartiya xwe girêdayî be.”
MEXMÛR