
Hunermenda çîniyê Yekbûn Yaş ku ki li Sûrê atolyeyek vekiriye bi nexşên xwe mîtolojiya Mezepotamyayê zindî dike. Yaş ku li Beşa Hunera Çîniyê ya Zanîngeha Uludagê ya Bursayê xwendiye li Amed, Antalya, Enqere, Stenbol, Îzmîr û li gelek bajaran pêşangeh vekirine û hûnera xwe pêşkêşî gelan kiriye.
Yaş da zanîn ku berî şer û pêvçûnan li gelek taxên Amedê cihên wekî Xana Hesen Paşa, Ofîs, Mala Dengbêjan û dêra Sûrp Giragos a Sûrê atolye vekirine lê belê ji ber şer tev hatine girtin û niha tenê ya li Mala Dengbêjan vekirî maye. Têkildarî rewşa heyhi Yaş wiha axifî: “Karê ku ez dikim gelekî bi qedr û qiymet e, ji ber ku çêkirina çîniyan gelekî zor e. Gava ku mirov vî karî bike, divê mirov xwedî tebateke mezin be. Ji ber ku karekî hesas e.” Yaş diyar kir ku Osmaniyan di hunera çîniyê de qet motîfên mîtolojiyê çênekirine lê ew di hemû berhemên xwe de behsa mîtolojiyê dike. Yaş xwest ku her kesxwedî li vê hunerê derkeve.“
AMED – ŞÛJIN