Şêwekar Ali Zulfikar di dema meşa mezin a li Kolnê de performansek bi navê “Bila êdî kes negirî” pêşkêş kir. Performansê 10 deqîqeyan dewam kir. di dema performansê de Ali Zulfikar motîfeke nû li berhema xwe ya bi navê “Komara mûzan a Erdogan” zêde kir bi armanca rawestandina hovîtiya şer.
Ali Zulfikar got, ti tişt ji jiyana mirovan muhimtir nîne. di dema performansa wî de, Marcel Rennert nameya Ali Zulfikar ji serokwezîra Elman Angella Merkel re 13´ê Cotmehê nivîsî xwend: “Min 25 salên xwe yên hunerê ji welatê xwe qut li Elmanyayê bihurandin. Em ne mecbûr in ku bi bazar û fanteziyên we mirovên siyasetê jiyana xwe reş û tarî bikin. Nabe ku êdî jiyana mirovekî jî bibe bi gorî fanteziyên we. Ew zarokên me yên piçûçik, ên ku di şer de me ew ji dest dan, serfiraz û esîl in. ji ber erk û berpirsiyariya we jiyana bi milyonan mirovî di destê we de ye. Êdî divê xêzkirina van êşan ne karê min be, girtina wêneyên wan û nivîsandina serpêhatiya wan jî. Ez dixwazim ev êş û aran bihedinin. …
Ez dixwazim ku hikûmeta Elman tavilê firotina tankên şer Leopard 2´yan rawestîne, li hemberî êrişkariya Erdogan û hikûmeta wî bibe xwedî helwêst û cezayan ferz bike.”
KOLN