Li gorî gotinên welatiyên Kobanê dengbêj hunermend Baqî Xido ê ku di sala 1920’an de ji dayik bû û di sala 2009’an de jiyana xwe ji dest daye li Kobanê hunermendekî pirr bi nav û deng bû. Bi selîqeya herêma Kobanê, stranên şoreşê, yên evînê, yên bi êşa gelê Kurd gotine. Her tim digot û di nava dilê Kobanê de cihekî pirr mezin girtiye. Welatiyê bi navê Nûrî Kartoyê Minazir (60 salî) jî dema ku em di nava konbajar de digeriyan em vexwendin konê xwe û ser xwesteka me dest bi strana Xêcê û siyabend dike.
Baqî Xido û çanda Kobanê
Welatiyên Kobanê dibêjin ku dema ku Baqî Xido stranên xwe digotin bi awayekî veşartî û li ser bingeha welatparêziyê, mal bi mal digeriya û bi stranên xwe, gel ji xewa giran hişyar dikir. Di sala 2009’an de Baqî Xido rehmet kir.
Apê Minazir jî evîna xwe ya li hemberî dayika Xecê Ehmed bi stranekê di anî ziman. Her çiqas Kurdistan bi pênûsê hêzên dagirker hatibe parçekirin jî jana gelê Kurd, hestên gelê Kurd û dilê gelê Kurd ji hev nehatine qut kirin û her tim Kurdistan bi vî alî ve yek parçe jiyaye. Apê Minazir jî mînakek ji vê rastiyê ye û bi strana Xecê û Siyabend ji evîndara xwe re dibêje û vê rastiyê dide erêkirin. Di strana wî de gotin li Çiyayê Sîpanê digerin. Xecê û Siyamend bi evîneke mezin ji hev hez dikin. Çiyayê Sîpanê hem cihê hevdîtina wane û evîna xwe li wir hembêz dikin, hem jî Sîpan mirina wan û evîna wan di nava xwe de diveşêre û dibe şahide çîroka evîndarên mezin. Apê Minazir jî evîna xwe bi çîrokeke ku warê wê bi sînoran hatiye ji hev kirin, bi sedan kêlometro ji Kobanê dûr de ji dayîka Xecê dide nasîn.
Apê Minazir strana xwe wiha destpêdike: “ Megrî megrî lê lê Xeco megrî/ lê lê Xeco der dê min derde/Belê li ser serê min kevir e û keleka min jî erd e Xeco/ Li ser dilê min rast hatî/ min tu birî ma çi bikim perça dila yek e Xeco/ yek jî jê kezeb e lê lê Xeco.”
‘Bila ruhê min jî bi ruhê te re be’
Apê Minazir jî evîna xwe ya li hemberî dayîka Xecê di strana Xecê û Siyamend de wiha di anî ziman û strana xwe bi dawî dike: “ Lo lo dibêjin binê zindanê gelek kûr e/Te îro ez hiştime li çiyayê Sîpanê/ Ez ê biçim û vegerim cem dayîk û bavan/ Lo lo Siyamendo ez ê bi çi rûy vegerim cem dayîk û bavane/Lo lo Siyamendo ez ê xwe li ser te berdim binê zindana kûr/ Bila ruhê min jî bi ruhê te re be û serê xwe danim ser dile te û biçin rehmetê.”
DÎHA/RIHA