Divê piştgirî rexnegir be; em destekê didin diyarkirina çarenûsê û hemû armancên wê yên îro: azadiya giştî, ekolojîkbûn, azadiya cinsan û wekî din. Lê helbet, nuqteyên em rexne jî dikin hene.

LUQMANGULDIVÊ

Par li Elmanyayê û bi zimanê Elmanî pirtûkek li ser dîroka tevgerên çepgir bi edîtoriya Nikolaus Brauns û Murat Çakir derçû. Ev pirtûka bi navê Partisanen einer neuen Welt (Partîzanîn dinyayeke nû)  ya pêşî ya berfireh e li ser dîroka tevgera çepgir a li Tirkiyeyê. Beşeke girîng a pirtûkê ji tevgera Kurd re û ji helwêsta çepgirên Tirk beranberî meseleya Kurd hatiye veqetandin. Em ji edîtorên pirtûka ji weşanên Buchmacherei derketî ya 528 rûpelî, bi Nikolaus Brauns re peyivîn. Di pirtûkê de ji bilî edîtoran, nivîsên Joost Jongerden, Alp Kayserlioglu, Brigitte Kiechle û Volkan Yarasir jî hene. Brauns ji bo dogmayên beranberê hindikahiyan ên kemalîzmê dibêje, wan tesîreke mezin li çepgirên Tirk kiriye; “bûyerên beriya bi sed salan heta roja îro jî tesîrê dikin li beşeke mezin a çepgirên Tirkiyeyê. Û ev helbet tesîrê dike bi miameleya bi sosyalîstên Ermenî re.” Herçî meseleya Kurd e jî ew fikra xwe wisa îfade dike: “Em dibêjin, îro helwêsta beranberî tevgera Kurd testeke diyarker e ji bo wê yekê, ka rêxistineke ku xwe weke sosyalîst û şoreşger dibîne, bi rastî jî li gorî van gotinên xwe tevdigere yan na.”

Ji bo çi pirtûkek li ser tevgera çep a şoreşger a Tirkiyeyê we derxist?

Beriya her tiştî ji ber ku pirtûkeke bi vî rengî ne bi Tirkî û ne jî bi Elmanî heye. Dîmenekî giştî ji serdema Osmanî heta roja me ya îro nebû. Em difikirin ku ev bi Elmanî û nexasim jî ji bo Elmanyayê girîng e; ev dîroka peywendiyên Elmanya û Tirkiyeyê ye jî. Weke mînak, ji damezirênerên Partiya Komunîst li Tirkiyeyê yên girîng, li vir, li Elmanyayê siyasî bûn. Ev xwendekarên Tirk ên neteweperest bûn ku di bin tesîra Şoreşa Oktoberê de sosyalîzm nas kirin. Dema ku partiya komunîst hat qedexekirin, rêveberiya piştî Rûsyayê, salên 50´î rêveberiya wê timî êdî li bajarê Elmanyayê Leipzigê bû. Li wir kanaleke wan a radyoyê, dem û dezgehên wan ên perwerdeyê hebûn. Heta ku partî di pratîkê de ji hev de ket jî ew her li DDR´ê (Komara Demokratîk a Elman) bûn.

Ya ji van sedeman bêhtir ya diyarker jî ew e ku li ti devera dinyayê li derveyî Tirkiyeyê, evqas çepgirên Tirk û Kurd nînin ku aktîf bin bi qasî li Elmanyayê.  Gelekan ji wan li vir karê xwe yê siyasî dewam kir. Lê yek ji encamên vê yekê, her wiha bi saya serê destûbiratiya sîlehan a Elmanya û Tirkiyeyê, ew bû ku zilm û taqîba li Tirkiyeyê, li Elmanyayê jî li dijî wan dewam kir û dewam dike. Em dikarin li vir qedexe kirina PKK û ya Dev-Sol´ê weke mînak nîşan bidin. Me dixwest bi pirtûka xwe xelkê agahdar bikin li ser çepgirên Kurd û Tirk ên şoreşger ên ku li vir bi me re çalak in, di meşên 1´ê Gulanê de nîvê xelkê pêk tînin, tên dadgehkirin û pêdiviya wan bi piştgiriyê heye. Lê me her wiha dixwest, dersên ji tecrûbeyên çepgirên li Tirkyeyê bînin vir, ji ber ku kêm welat hene li dinyayê ku xwediyê dîrokeke çepgiriyê ya evqasî pirralî û pirreng e. Gelek mînak hene ku divê em ji bo siyaseta li vir jî bi kar bînin.

Sedemeke din jî ew e ku em dixwazin tesîrê li çepgirên Kurd û Tirk jî bikin; me dît ku li nava wan jî kêm agahdarî li ser dîroka wan bi xwe heye. Bi pirtûka xwe em dixwazin agahdar bikin ku dîroka sosyalîzmê û komunîzmê li Tirkiyeyê ne bi Mustafa Suphi û TKP´ê dest pê kiriye, lê ew sosyalîstên Ermenî bûn ku pêşî Manîfestoya Komunîst wergerandin û li Tirkiyeyê belav kirin. Û roja em ya îro ev bi pirranî hatiye jibîrkirin.

Hat jibîrkirin yan gelo sedemên din hene ku behsa wan nehat kirin? 

Ya rastî sedemên din jî hene, lewma di nava beşekê ji çepgirên Tirk de çelexwariyeke gelekî xurt a neteweperest heye. Di pirtûka xwe de behsa wê jî dikin, ka çawa ev bû. Nexasim di salên 1920´an de gelek komunîstan, yan jî gelek kesên xwe weke komunîst didîtin, di komunîzmê û bolşevîzmê de îdeolojiyeke rizgariya neteweyî didîtin. Yan jî îdeolojiyeke bipêşketina aborî. Lê wan hizreke înternasyonalîst nedidît. Em di pirtûkê de nîşan didin ka çawa Înternasyonala Sosyalîst, û hikûmeta Sovyetê beranberî Kemalîzmê û TKP´ê şaşî kirine, heta para wan tê de heye ku çapgirên Tirk heta bi roja me ya îro veguherîn werîsekî kişkişandina kemalîzmê. Helbet ne hemû çepgirên Tirk, di van salên dawî de ji xwe gelek çapgiran xwe ji dogmayên kemalîst dûr kirin. Lê bûyerên beriya bi sed salan heta roja îro jî tesîrê dikin li beşeke mezin a çepgirên Tirkiyeyê. Û ev helbet tesîrê dike bi miameleya bi sosyalîstên Ermenî re. Li vir helbet diviya mirov behsa Qirrkirinê bike, û bi vê jî mirov destê xwe dide bi yekê ji dogmayên esasî yên Komara Tirkiyeyê.

Dogmaya esasî ya Komara Tirkiyeyê, ango înkarkirina nasnameyên ne Tirk, li cem çepgiran jî xurt bû, lê di pirtûkê de ev kêm xuya ye...

Me behsa meseleyê kir, nexasim gava me helwêsta wan a beranberî pirsgirêka Kurd nîşan da. Ya rastî ev mijar nedihat minaqeşekirin. Mirov tenê hiş dibûn li ser hindikahiyên ne Tirk û Sunî û hebûna wan. Hîna di salên 1970´yî de cara yekê Elewî derketin pêş. Heta demek heye ku mirov dikare bibêje, tevgere Elewî û îdeolojiya çepgir ketibûn zik hev; gelek tiştên berê çanda Elewî bûn, veguherîn çanda çepgir. Sergêjiyeke ecêb çêbû. Hebûna Ermeniyan, Cihûyan û Yewnanan; li ser van hîç nehat peyivîn. Tirsa ku împeryalîst wê pirsgirêka neteweyî bi kar bînin ji bo ku welêt qels bikin, bi rastî jî li cem pirraniya çepgirên Tirk ên di bin tesîra kemalîzmê de hebû. Em di pirtûkê de nîşan didin ku di nava çepgiran de 3 helwêstên beranberî meseleya Kurd ên esasî hene. Di salên 1970´yî de êdî pirraniya çepgiran meseleya neteweyî qebûl kir hêdî hêdî. Beşekê ji çepgiran ev mesele, weke pirsgirêkeke paşvemayîna aborî dinirxand, ku mesleyeke ji derve ve tên tahndan e û pirsgirêkek e ku bi sosyalîzmê wê bê çareserkirin. Beşeke din heye, ew di teoriyê de xwe disipêre helwêsta lenînîst a beranberî tevgerên rizgariya neteweyî, dibêje, erê Kurd dikarin çarenûsa diyar bikin, divê mafên wan ên çandî jî hebin. Lê ev beş di pratîkê de weke danader a vê daxwaza diyarkirina çarenûsê ya Kurdan a reel, PKK´ê red dike; dibêje, şer zirarê dike li yekîtiya karkerên Tirk û Kurd. Beşek ku van salên dawiyê xurttir bû jî, bi zelalî xwedî helwêsta lenînîst e. Ew dibêje, miletek xwedî wî mafî ye ku bi xwe rêveberiya xwe ya siyasî diyar bike, ew bi xwe diyar dike ka gelo ew ê bi neteweyên din re peywendiyekê deyne, û heger deyne bi çi reng û awayî. Yanî Kurd xweser tevbigerin, dikarin bi Tirkan re jî bijîn yan jî dikarin bi dewleta kolonyal re muzakereyan jî bikin.

Di pirtûkê de mirov dibîne rêxistinên siyasî bi berfirehî cih digirin. Lê gelo we çima bi heman rengî cih daye tevgerên civakî û rêxistinên weke sendîkayan?        

Rast e, lazim bû me bêhtir sendîka derxistana pêş. Diviyabû heta bi salên 50´î ve em vegeriyana. Wan salên lîberalîzma siyaseta Tirkiyeyê ku derfet da çêneke qismî xurt a karkeran peyde bibe. Kapîtalîzm kete nav çandiniyê. Encama vê ew bû ku gelek cotkar dev jî gundan berdin, biçin keviyên bajaran û bibin karker. Ev hem ji bo hereketeke çepgir û hem jî ji bo tevgereke karkeran esas bûn ku xwe di sendîkayan de jî da der. Me bêhtir awira xwe da ser wê yekê ku vê xurtiya tevgera karkeran bi radîkalbûneke her zêde dibe, xwe da der. Di mînaka damezirandina DÎSK´ê de em peydebûna sendîkayên şoreşger nîşan didin. Lê em dibêjin ku gelek sendîkavanên radîlkal beriya DÎSK´ê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) damezirandine. Ew weke partiya yekê ya legal a sosyalîst li Tirkiyeyê karîbû di nîvê salên 60´î de bikeve meclîsê. Helbet sendîkavanan ew damezirand, û wê xwe disipart karkeran jî. Lê hilbijêrên wê bêhtir li aliyekî çîna navîn a bajaran a întelekteul bû, li aliyê din jî Kurd û Elewiyên cotkar bûn. Yanî ev ne partiya karkeran bû, di pratîkê de partiyeke sosyalîst bû, nûneriya derdorên din dikir. Radîkalbûneke karkeran hebû, di nava CHP´ê de. Bulent Ecevît belkî mirov karibe weke berhemeke radîkalbûna tevgera karkeran bibîne.

Li aliyê din Dev-Genç hebû, wê karker hema hema hîç nedidîtin.  Wan hêvî dikir yan artêş dest werde, yan jî rêxistinên avangardî peyde bibin û bi kirina xwe wan xwe ji karkeran, ya rastî ji gel xwe îzole kir. Em dikarin bibêjin, çepgir veqetandî ji tevgera reel a karkeran meşiyan.

   

Li gorî we tevgera rizgariya Kurd li ku peyde dibe, di nava van rêxistinên salên 60´î de?

Erê. Em dikarin bibêjin, TÎP bû yek ji alîkarên peydebûna tevgera rizgariya Kurd a modern. Beriya wê û di heman demê de jî tevgerên neteweperwer hebûn, li dora TÎP´ê bi xwe jî. Em dikarin bibêjin ev DDKO´ya ku endam û damezirênerln TÎP´î ew ava kirî, bi rengekî ji rengan şaneya destpêkê ya Tevgera Neteweyî ya Kurd bû li Tirkiyeyê. Di nava wan de em mirovên ku paşê di nava PKK´ê û PSK´ê de jî bin, dibînin. Divê wekî din jî mirov bibêje, ku weke yekane partiya siyasî TÎP´ê meseleya Kurd dida menaqeşekirin; lê ti carî ji wê yekê nebihurî ya ku destûra esasî izna wê dide. Yanî behsa mafê diyarkirina çarenûsê nedikir, jixwe hîç behsa mafê serxwebûna neteweya Kurd nedikir. Ew çiqasî di çarçoveyeke kemalîzmê de jî mabe, wê bi rastî jî subabek kişand û di encamê de enerjiyek hat berdan, ku paşê di tevgera neteweyî ya Kurd de xwe îfade kir.

Hin detayên balkêş hene , weke texrîfkirina gotinên Deniz Gezmiş ên dawiyê...

Me bi zanîn ev kir. Me li gelek deverên pirtûkê nîşan da helwêsta hêzên cihê yên çepgir beramberî meseleya Kurd. Weke helwêsta TKP´ê ya salên 20 û 30´î ya şaş a beranberî serhildanên Kurd a gelekî pozîtîvîst ku digot, Kurd feodal û paşverû ne, kemalîst burjuwa û pêşverû ne. Bi gotinên Deniz Gezmiş û ka çawa bi wan re miamele tê kirin jî, me ev helwêsta çepgiran a beranberî Kurdan nîşan da. Me her wiha di helwêsta wan a ji salên 90´î heta îro de jî nîşan da. Em dibêjin, îro helwêsta beranberî tevgera Kurd testeke diyarker e ji bo wê yekê, ka rêxistineke ku xwe weke sosyalîst û şoreşger dibîne, bi rastî jî ka li gorî van gotinên xwe tevdigere yan na. Me ev bi mînak û detayên dîrokî nîşan da. Em piştî TÎP´ê bi çend salekî Îbrahîm Kaypakkaya dibînin ku weke çepgirê pêşiye, bi maoîzmê xwe ji kemalîzmê qut kir; qutbûneke zêde hişk ku got, faşîzm kemalîzm e. Lê vê destûr da wî ku di heman demê de bi awayekî mutleq alîgirê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweya Kurd be, heta bi biryara dewleteke serbixwe ji bo Kurdan. Me her wiha xwest di pirtûkê de nîşan bidin ku tevgera Kurd jî bi xwe her mezin bû û bi xwe doza armancê xwe kir.

Ji bo çi girîng bû ku gotarek li ser paradîgmaya nû ya tevgera azadiya Kurd hebe?

Ji bo me gelekî girîng e ku em nîşan bidin ku PKK beşek ji tevgera çepgir a Tirkiyeyê ye. Damezirênerên wê ji Dev-Gençê û paşiyên wê tên. Ji xwe êdî PKK bûye stûna herî muhim a çepgiran li Tirkiyeyê. Li aliyê din jî me dixwest xelkê serwext bikin ka bernameyeke çawa ya çepgir a PKK´ê heye û ev bername çawa bi pêş ketiye. Di pirtûkê de Joost (Jongerden) xwedî wê dîdayê ye ku PKK her ji şikestina fêr bûye û xwe ji nû ve vedîtiye. Lê ev şikestinên ku behsa wan tê kirin, ne yê wê bûn, yê çepgirên Tirk bûn. Gava pêşî ew bû ku Ocalan got, çepgirên Tirk behsa meseleya Kurd dikin, lê naxwazin bi rastî meseleyê çareser bikin û timî taloqî piştî şoreşê dikin. Ocalan wekî din jî dît ka mirov dikare di warê rêxistinî de çi baştir bike.

Li aliyê din em bangeke piştgiriya bi vê tevgerê re dikin. Di gotina dawî ya pirtûkê de em dibêjin, tevgera azadiya Kurd û fikrên Ocalan niha gelekî ji Tirkiyeyê û wê de çûne. Em Rojava weke yekê ji bûyerên herî girîng ên şoreşger dibînin. Ji bo wê jî helbet gava pêşî piştgirî ye. Lê ez û Murat weke edîtor di heman demê de dibêjin, divê ev piştgirî rexnegir be; em destekê didin diyarkirina çarenûsê û em destekê didin hemû armancên wê yên îro ku ji vê û wêde diçin: azadiya giştî, ekolojîkbûn, azadiya cinsan û wekî din. Lê helbet, nuqteyên em rexne jî dikin hene, ji ber ku ez û Murad marksîst in. Em dixwazin behsa van nuqteyan bikin di minaqeşeya xwe ya bi tevgera azadiya Kurd re. Yek ji van paşguhkirina aboriyê ye. Wekî din jî em bi awireke skeptîk li wê fikrê dinihêrin ku civakeke azad ji dewlet û wêde bê avakirin; mesele tehdîtên Tirkiyeyê li dijî Rojava yên niha heyî jî ji sedemên vê sekpsîzma me ne.