Serokê Koalsyona Hêzên Muxalefeta Sûriyeyê Mûaz al-Xatîb diyar kir ku ew amedeye diyalogê li gel rejîma Beşar Esad bike, da ku dawî li şerê navxweyî li Sûriyeyê bê anîn. Ev daxuyaniya al-Xetîb ji aliyê Meclisa Stenbolê ve hate redkirin. Li gorî berpirsyarê vê meclîsê, divê tu diyalog li gel Esad pêk neyê. Divê şer berdewam bike û bi têkbirina Esad û rejîma wî bi dawî bibe. Ev jî bê guman xwesteka Tirkye û Qeterê ye. Ew dixwazin rejîm birûxe û hevalbendên wan yên niha di nava muxalefetê de li Şamê bibim desthilatdar.

Hêzên cîhanî her ku diçe li himberî şerê li Sûriyeyê bêçare dibin. Vî şerî gelekî ajot. Heta niha hêzên çekdar yên muxalefetê nikarîbûn pişta rejîma Esad bidin erdê. Rejîm jî hîna destekê ji Iran û Rûsiyayê werdigere. Her wiha gelek komên civaka Sûriyeyê jî êdî tercîha rejîmê dikin û naxwazin hêzên çekdar bên ser desilatdariyê. Li gelek heremên Sûriyeyê çekdarên El Qaîde kontrol girtine dest xwe û hemû şêweyên jiyanê li gorî fikir û ramanên xwe bi rêve dibin.
Li Sûriyeyê komên çekdar yên di bin basikê Artêşa Hur de şer dikin, bi hev re ne hevkar in. Her yek ji wan bi şêweyekî serbixwe tevdigere. Girêdayî aliyekî heremî ye û finans, biryara xwe ji wî aliye digire. Ji ber vê yekê kaosek derketî ye. DYA û welatên rojava jî vê rewşê ji nêzîk ve dişopînin. Ew gihîştine wê baweriyê ku eger rejîma Esad birûxe, dê rewşa Sûriyeyê aram û normal nebe. Wê şerê navxweyî di navbera van koman de berdewam bike. Ew dizanin ku koma çekdar ya herî xurt û birêxistinkirî koma Cebha al-Nasra ya nêzîkî El Qaîde yê ye. Ew kom beriya salekê ji çend sed çekdarên biyanî pêk dihat, lê niha şervanên wê bûne bi hezaran û piraniya wan jî welartiyên Sûriyeyê ne.
DYA û Rojava ne amede ne welatekî mîna Sûriyeyê dewrî hêzên El Qaîdeyê bikin. Ji ber hindê di helwesta wan de sistî diyar bû. Ew nema weke berê destekê didin hêzên muxalefetê. Her wiha biryara dane ku ew tu çekên pêşketî û rokêtên li dijî belafir û tankan nedin hêzên eskerî yên Artêşa Hur. Ev stratîjiya nû ji bo Tirkiyeyê jî hate gotin û wek talîmat hate pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê Mûaz al-Xetîb helwestek nû nîşan da û diyaloga bi rejîma Esad re erê kir.
Li gorî muxalefeta Sûriyeyê şensê serkeftineke eskerî li dijî rejîma Esad her ku diçe kêmtir dibe. Rejîmê hêzên xwe dane ser hev û komên sivîl jî wek  artêşek gelerî bi çek kirine. Alîkariya ji Îran û Rûsyayê tê jî dewam dike. Gelek beşên gelê Sûriyeyê ji komên çekdar yên muxalefetê tengav bûne û li xelasiyekê digerin.
Di civînên dawiyê de yên li London û Parîsê pêk hatin, ji bo serkêşiya muxalefeta Sûriyeyê eşkere hate diyarkirin ku wê Rojava alîkariya hêzên Îslamîst yên radîkal neke. Divê muxalefet van hêzan ji nava xwe bide aliyekî, an jî dê alîkarî bête birîn. Muxalefet jî vê yekê nikare bike. Jixwe me dît dema ku DYA navê  Cebha al-Nasra  daxist nava lîsta rêxistinên 'terorîst' hemû hêzên muxalefetê ev yek red kir û înek bi navê 'Ina tenê rejîma Esad terorîst e' ji bo piştgirtiya vê rêxistina radîkal lidarxsit.
Ji bo Esad desthilatdariya li Şamê û çend bajarên rojava û başûrê Sûriyeyê bes e. Ew hêdî hêdî destê xwe ji heremên bakur û rojhilat dikşîne. Li wir jî komên çekdar desthilatdariyê digrin dest xwe û hîmên 'dewleta îslamî' datînin. Rojava jî dixwaze Esad here lê bi şertê hatina hêzek ne radîkal ku karibe ewlekariya Îsraîl misoger bike û çekên kîmyewî yên rejîma Esad bigre dest û nehêle bikeve destê hêzên radîkal. Jixwe Îsraîl beriya çend rojan êrîşek hewayî li dijî bargehên eskerî yên rejîmê pêk anî. Li gorî agahiyan ev bargeh û karwanekî çekên kîmyewî ku ber bi Lubnanê ve diçû, hatin xistin.
Îsraîl naxwaze niha dawî li şerê navxweyî yê Sûriyeyê were. Dewlet her ku diçe qels dibe û têk diçe. Kîn di nava komên civakî de zêde dibe. Sûriyeyê wek welatekî tahlûke li ser hebûna Îsraîl nema dikare tevbigere. Dewleta Tirk jî destê xwe dirêjî bajarê Helebê dike. Bi riya komên çekdar yên girêdayî Enqere, hewl tê dayîn ku hemû Fabrîkeyên vî bajarî bên xera kirin û sabotekirin. Tirkiye dixwaze aboriya Sûriyeyê têk bibe û tevahiya vî welatî bi 24 milyon nişticihên xwe bike marketek mezin. Ev ji bilî rêxistinkirina Turkmenan û şerê li dijî gelê Kurd.
Weha xuyaye ku dê dawî diyalog pêk were û Beşar Esad dê heta 2014 an li ser desthlatdariyê bimîne.
Ji bo Kurdan jî divê prosesa xwebirêxstinkirinê berdewam bike û Desteya Bilin a Kurd esas were girtin. Her wiha hêzên eskerî xurtir bibin.
Êrîşa dewleta Tirk û komên çete li Serêkaniyê jî divê bi ser nekeve. Eger ev kom pişta Kurdan bidin erdê, wê li rojavayê Kurdistanê dest bi komkujiyên mezin bikin. Wê pîlana koçberkirina Kurdên Rojava û jiholê rakirina wan êdî bikeve praktîkê. Divê hêzên Kurd ên Rojava û tevahiya hêzên Kurdistanî tekoşînê bilindtir bikin û destûrê nedin vê yekê.