Li Pirtûkxaneya Giştî ya bajarokê Hacîawa yê girêdayî herêma Raperîn a ser bi Silêmaniyê, ji aliyê Nûnerê PYD’ê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso, rojnameger Enwer Hisên û Hozan Efrîn û tevlîbûna dehan welatî û kesayetên rewşenbîr semînerek hat lidarxistin.

Piştî bi dawîbûna semînerê, têkildarî naverok û armanca semînerê rojnameger Enwer Hisên ku daxuyaniyekî çapemeniyê li dar xist, got; “Ev semînere li ser rol û giringiya fikirên du serokên mezin ên Kurd Abdullah Ocalan û Mam Celal hat lidarxistin. Abdullah Ocalan û Mam Celal her duyan li hemû beşên Kurdistanê ji bo yekîtiya gelê Kurd xebatek cidî meşandine. Ger ku niha Abdullah Ocalan ne di girtîgehê de ba û Mam Celal rewşa tenduristiya wî wiha neba, bêgûman wê gelê Kurd bigehiştiban qonaxekî herî serketî û wê Kurd ne di vê rewşê de ban.”

Her li ser heman mijarê Nûnerê PYD’ê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso ku ji ajansa me re axivî, wiha got; “Îro dewleta Tirk û zêdetirê dagirkerên Rojhilata Navîn li hemberî fikir û felsefeya Rêber Apo derdikevin. Bi taybatî li Rojavayê Kurdistanê çend rojin ev dagirkerane bi hemû şêweyek êrîşê hêzên Sûriyeya Demokratîk ên Sûriyeyê dikin.”

Xerîb Hiso wiha jî got; “Pêş çend rojan dewleta Tirk bi hêzek mezin kete nav Cereblusê. Belê heya niha ji derveyî KCK’ê ti alî û hêsekê li dijî vê dagirkeriya Tirk bertek nîşan nedane. Ev jî erka hemû gelê Kurd e li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê divê bertek nîşanî vê rewşê bide.” 




 KARÛX WIRTÎ/RAPERÎN