
Li ser pirsgirêkên tenduristiyê û rewşa civakên neorganîzekirî Rêber Apo şiroveyek xwe heye. Rêber Apo têkiliyê di navbera tenduristiya civakê û rewşa civakê ya giştî de datîne. Di vê çarçoveyê de dibêje, civaka pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebin ew tê wê maneyê pirsgirêkên xwe çareser nekirine. Bi gotineke din, civakên bindest di heman demê de pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hene, û ji azadiyê dûr in.
Dema ku em rastî karesatên bi vî rengî tên bivênevê şirove û tehlîlên Rêber Apo têne bîra me. Rêber Apo qala bandora sermayedariyê (sîstema kapîtal) li ser civakan dike û tîne ziman ku sermayedarî jî li gorî xwe civakekê ava dike. Rêber Apo tîne ziman ku divê civak saziyên xwe yên tenduristiyê ava bike û vê jî weke ji mafên bingehîn ê civakê destnîşan dike.
Herçiqasî roj û heyv derbas bûne jî dîsa belavbûna vîrûsa korona li çaralî û nikarê cîhanê belav dibe; tirsê diafirîne û mîna senaryoyeke tirs û felaketê rû dide. Ev tirs bandorê li tevahiya cîhanê dike. Tirs ewçend bandorê li jiyanê dike, mirov êrişî deverên kirîn û firotinê dikin. Aborî serûbinî hev bûye. Mirovatî diqirqile, mîna li ser agir be ji paşerojê bi fikar e. Ewçend mitale dikin û diponijin di asta nexweşiyên rewanî de xwe dide der.
Biqasî ku em rewşê û mijarê dişopînin û şirove dikin gelek xal û fikrên curbecur li hawirdora mêjiyê me xwe radipêçin. Lê pirsa ku herî xwe dide pêş, gelo wê deshilateyek an jî rêveberiyeke nû li cîhanê were sazkirin ? Gelo wê ev rêveberî dîsa di bin pergala sermayaderiyê de (Kapîtalîzmê) de be ? Ev pirs hîna ji gelekan ji me veşartî û nediyare.
Zanyarên Zanîngeha Oxfordê ya Brîtanî di wê baweriyê de ne; gengaz e ku ji nîvê pêtir mirovên li cîhanê bi vîrûsa koronayê bikevin û wê xwedî enfeksiyoneke sivik bin. Jixwe roj bi roj hejmar zêde be û êdî mirov digihîjin wê baweriyê, ti çare ji vê rewşê re tineye û çareseriya wê nediyar e.
Herwiha gelek ji zanyarên biyolojîk jî li ser vê nexweşiyê xwedî wê pêşbiniyê ne ku vîrusa koronayê bi germbûna dinyayê re wê bi dawî bibe. Ji lewra heman derdor dibêjin, heye ku di dawiya meha Gulanê de vîrus bi dawî bibe.
Ji ber vê jî hin bazirgan vê rewşê weke firsend dibînin, malê xwe hiltînin, stok dikin û dixwazin di van rojên teng de buhayê zêde bikin û malê xwe bi buhayeke zêde bifiroşin. Bêguman ev jî bandoreke nebaş li dukandarên piçûk dike.
Rafael Hiltmann lêkolînerê aborî yê Amerîkî yê ku ew li ser vê mijarê çalak e, li ser rewşên hê kambaxtir hişyar dike û dibêje, heye ku di rojên bê de rewşê kambaxtir bibe.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rewşa vîrusa korona di asteke kambax de ye, nexasim rewşa girtiyan di metirsiyê de ye. Malbatên girtiyan, nexasim jî malbatên girtiyên siyasî diqirqil in, lema jî bang li aliyên pêwendîdar dikin da ku bi lez tevdîr bêne girtin. Dewleta Tirk ji bo di vî warî de zor lê nebe, bi biryarnameyekê diz û kujeran ber dide, lê qala girtiyên siyasî nake.
Li seranserê Rojavayê Kurdistanê, li Başûr û Rojhilatê Sûrî bi dehan nexweşxaneyên giştî hene. Di nav wan de tenê 27 amûrên bêhnvedanê hene. Rêveberiya Xweser ji ber derfetên kêm bang li Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê WHO kir da ku zû alîkariya wan bike; amûrên bijîşkî yên pêwîst pêşkêşî wan bike.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî herçiqasî wergirtina agahiyan zehmet be jî li gor hin jêderan rewşa girtiyên siyasî yê Kurd di metirsiyê de ye.