Bi munasebeta yekemîn salvegera rizgarkirina bajarê Rojavayê Kurdistanê Kobanê, li ser Girê Miştenûrê hat pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ji fermandarên YPG û YPJ’ê  Rehîme Kobanê got ew weki YPG û YPJ’ê ji bo azadkirina tevahî Kurdistnê amade ne.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê, bi armanca yekemîn salvegera rizgarkirina navenda Kantonê ku di 26’ê Çileya 2015’an de ji çeteyan hatibû paqijkirin, li Qada Newrozê ya li ser Girê Miştenur şahiyekê organize kirin.

Di şahiya pîrozbahiyê de  Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Mislim, Fermandara YPG û YPJ’ê  Rehîme Kobanê, Rêveberiya Girê Sipî, rêveber û endamên YPG/YPJ’ê, TEV-DEM, Yekîtiya Star û bi hezaran kes tevlî amade bûn.

Li qada şahiyê pankartek mezin a wekî, “Yekemîn salvegera rizgarkirina Kantona Kobanê li Rêber Apo, li gelê Kurd û hemû mirovahî pîroz dikin” hate daliqandin û alên YPG û YPJ’ê, TEV-DEM, Yekîtiy Star, Hêzê Parastina Cewherî (HPC), PYD û PDK-S hatin vekirin. 


‘Ev roj roja rûmet û şerefê ye’

Şahî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve bi merasîmek leşkerî destpê kir. Piştre Fermandara YPJ’ê Rehîme Kobanê axivî û got: “Em vê rojê li hemû şehîdan, gelê Kurd, Bakûrê Kurdistnê, Rêber Apo û mirovahiyê pîroz dikin” 

Rehîme Kobanê got: “Ev roj roja rûmet û şerefê ye, ji bo wê gelê Kobanê îro xwedî Kobaneke azad û xwe bixwe ye. Em wekî YPG û YPJ’ê ji bo azadkirina tevahî Kurdistnê amade ne. 

Rehîme Kobanê bal kişan ser berxwedana Kobanê got: “Gelê Kobanê; ger ku îro em li vir bi azad kom bûne, ev yek jî bi saya şehîdan û berxwedaniya YPG/YPJ’ê pêk hatiye. Pêwsît e em şehîdên xwe jibîr nekin û biranîna wan her demê di dilê xwe de zindî bikin.”


‘Hemû nirxên mirovahiyê parast’

Rehîme Kobanê, her wiha bi boneya vê rojê hemû gelên cîhanê yên ku tevlî berxwedana Kobanê bûne û bi taybet jî gelê Bakûrê Kurdistanê pîroz kir.

Rehîme Kobanê got şerê ku li Kobanê hate meşandin hemû nirxên mirovahiyê parastiye û wiha berdewam kir: “Ji ber ku çeteyên hov, hemû nirxên mirovahiyê binpê kirin.”

Fermandar YPJ’ê Rehîme Kobanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çawa keç û xortên Kurd xwedî li Kobanê derketin, divê li Bakûrê Kurdistanê jî derkevin.


Keç û xortên têkoşer pîroz kir

Piştî axaftina Fermandara YPJ’ê Rehîme Kobanê Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim axivî û got: “Em salvegera Kobanê li hemû keç û xortên têkoşer pîroz dikin û bejna xwe li hemberî şehîdan ditwînin. Pêwîst e em erka xwe ya parastina nirxêm mirovahiyê û avakirina Sûriyeyek demoqratîk pêk bînin.”

Di şahiyê de li ser navê TEV-DEM Ayşe Efendî û li ser navê Yekîtiya Star jî Sara Mehmûd axivîn. Di axaftinan de li ser girîngiya vê rojê hate rawestîn û berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê hate silavkirin. 

Piştî axaftinan li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û li ser navê saziyên civaka sivîl yên Kantona Kobanê peyam hatin xwendin. Di peyama de bal li ser berxwedana Kobanê hate kişandin.

Piştî peyam hatin xwendin Koma Botan û Şehîd Laleş ên muzîkê û Koma Şehîd Perwîn a Govendê derketin ser dikê û hûnera xwe pêşkeş kirin.

Şahî li ber stranên Koma Şehîd Laleş bi govendê bidawî bû.   



ANHA/KOBANÊ