'Hevditin daxistine 35 deqîqeyan'
Gulum, anî ziman ku piştî wan li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hevditin pêk anî, dit ku binpêkirina mafan zêde ye û wiha got: "Muqekîlên me di 2 rojên ewil de li muşahadeyên qirêj, sar û şert û mercên xerab de man. Piştî re derbasî odya 24 kesan kirin. Li vir jî pirsgirêka ava germ, zêde bû. Ava kaniyên girtîgehê bi zeng e. Li gel hevdîtin saetek e, parêzer tenê 35 deqîqeyan bi malbate re hevdîtinê pêk tînin. Li girtîgehê cureyên xwarinê her tim yek e. Fêkî nadin girtiyan. Di aliye xwarinê de pirsgirêk hene.
Gulum, destnîşan kir ku li girtîgeha Bakirkoyê jin piştî nîvro nikarin biçin doktor û ji ber pirtûk, name û rojname ji aliyê rayedarên girtîgehê ve tên xwendin dereng diin wan.
Sewqî nexweşxaneyê nakin
Gulum, destniyan kir ku li Girtîgehên Kandira yên Hêjmar 1 û 2 jî heman pirsgirêk didomin û wiha axivî: "Prz. Cemal Demîr ji ber pirsgirêkên xwe yên cerm divê sewqî nexweşxaneyê pêkirin. Lê li gel vê yekê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Dîsa rojnameger Cengiz Kapmaz ji ber fitiqa piştî divê bê sewqkirin lê ew ji nayê dermankirin.
'Rêveberiya girdîgehê faks desteser kir'
Gulum, destnîşan kir ku girtî 3 saetan di odeya sar de hatin hiştin û wiha berdewam kir: "Prz Mahmut Alinak têkildarî binpêkirina mafan ji kurê xwe Halît Sinan Alinak re faks şand. Le rayedarên girtigehê faksa wî desteser kir.
DÎHA/STENBOL