Em çiqasî hûrûkûr bi babeta perwerdeyê dakevin û li serê serê xwe biêşînin, di cih de ye. Ez helemanan nakim, belkî ez kêm dibêjim. Ji ber ku perwerde ji bo civakekê mijara manûnemanê ye. Li ser erdên azad ên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî sala nû ya perwerdeyê ya sala 2019-2020´an 1´ê Îlonê destpê kir. Ji bo vê Rêveberiya Xweser amadekariyeke mezin kiriye. Di vî warî de rojnamevan Îsmet Kayhan hevpeyvîneke berfireh bi Hevserokê Perwerdeyê Recep El Mişrif re kiriye. Em ji hevpeyvînê hîn dibin ku perwerde li ser erdên azad ji qonaxa dergûşxaneyê heta bi zanîngehê bê pere ye, û ev weke pîvaneke vebirrî-fitû tê de nîne, tê destnîşankirin. Herweha materyalên xwendinê û kitêb jî bê pere ji bo xwendekaran têne dan. Ev û gelek tiştên din, dilê mirov xweş dike û dihêle ku mirov umîdwar li paşerojê binêre.

Lê mijarek di hevpeyvînê de heye, ez cuda lê dinêrim û cihê difikirim. Ez hez dikim vê mijarê li vir hinekî ji hev veçirînim. Li ser pirsê, Hevserokê Perwerdê dibêje, “Li Rêveberiya Xweser tevahiya zarokan ji sinifa yekê heta sinifa sisiyan divê bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Ji sinifa çaran û pê ve her zarok serbest e ku zimanekî duyem ê ku ew tercîh dike fêr bibe. Bi pirranî zarokên Kurd weke zimanê duyem Erebî, zarokên Ereb jî weke zimanê duyem Kurdî tercîh dikin. Zimanê Suryanî jî weke zimanê duyem dikare bê tercîhkirin…” heta bi vir tiştekî ne li rê tineye. Lê yekî Ereb bixwaze bi Kurdî perwerde bibe destûra vê jî nayê dayîn, li ser navê wekheviyê jê tê xwestin bi zimanê dayika xwe ango Erebî perwerde bibe. Bi ya min, di vir de şaşî heye. Beriya her tiştî nabe, mirov zimanê Erebî û zimanê Kurdî wekhev bibîne. Rewşa zimanê Kurdî ketiyê rewşa jinê ye, belkî jî jê xirabtir e. Divê em zimanê Kurdî di warê erênî de cihê bibînin. Nabe em bi Erebî bidin ber hev. Zimanê Kurdî bi kêmanî ji sedsalekê zêdetir ji derfet û îmkanên perwerdeyê mehrûm e. Kurd ji xwe û ji zimanê xwe dûrketin e, perwerdeya bi kurdî li wan giran tê. Mirov dikare vê rastiyê fêhm bike. Lema divê Kurdî li ser Kurdan were ferzkirin. Lê nabe bi heman awayî Erebî li ser Ereban were ferzkirin. Bi ya min Erebekî bixwaze bi kurdî perwerde bibe divê mafekî wî-wê hebe. Dibe ku malbatek vê bixwaze û divê pêşî li wan neyê girtin.

Di dema serdana min a Rojava de yekî ji Qamişlo jî qal kiribû û gotibû, hevalekî Ereb dibêje, “hûn bêhtir li rewşa Kurdan dipirsin.” De îca bi qasî min dîtibû ev jî ne wisa ye. De ew kes wisa ji dostê xwe yê Ereb re dibêje, “Eger du kes di erebeyekê de qeza bikin û wan bibin nexweşxaneyê, û rewşa yekî ji qezakiriyan giran be, ma bijîşkê wê pêşî li rewşa kê venêrin?” Bêguman bersiv diyar e, û wê bijîşkê pêşî li birîndarê xedar venêrin. Rewşa Kurdan û Kurdî giran e, hewce dike, rewşa wan cihê bê dîtin. Divê kes ji vê loma neke. Ez yeqîn dikim ku wê xuşk û birayên me yên Ereb jî vê rewşê fêhm bikin.

Li sazî û dezgehên kurdî jî divê her kesê dixebite hînî xwendin û nivîsandina kurdî bibe û rêveberî bi xwe di navê de li ser her kesî ferz bike. Ji bo vê jî derfet û îmkan bêne çêkirin. Ji bo vê divê kurs bêne vekirin û ji bo vê butçeyek were veqetandin. Ev tişta dibêjim, li welatên Ewrûpayê jî heye û her kes di nava salekê de hînî zimanekî din dibe. Bêguman hînbûn, hînbûna xwendin û nivîsandina kurdî ne zor e.