Hevserokê PÇDK’ê di semînerê de axivî û got: “Ji bo hemû cîhan bê guhertin divê xebateke hevpar bê lidarxistin. Divê hemû kesên rewşenbîr di nava têkoşîna azadiyê û pêvajoya aşitiyê de cih bigire”. Her wiha Diyar Xerîb anî ziman ku, “fikir û ramana hemû civakê her tim girînge û ji ber vê sedemê jî em dixwazin hemû beşên civakê tevlî pêvajoya ku hatî destpêkirin bibin.” Di berdewamiya axaftina xwe de Diyar Xerîb got:“Abdulah Ocalan her dem di pêvajoya xebata xwe de dengê aştiyê bû, ji bo vekirina deriyê aştiyê ji destpêka salên 90’î ve ango sedsala borî pirî caran agirbesta yekalî pêk aniye, lê mixabin ev dengê aştiyê nehate guhdarkirin.”
'Em azadiya Ocalan dixwazin'
Di heman demê de Diyar Xerîb diyarkir ku, “Ji bo ev pêvajo weke pêvajoyên berê nebe pêwîste hemû gelê me xwedî li pêvajoya aşitî derbikeve û paşvakişandina gerîlayan, an gavên ku ji bo aşitiyê têne avêtin rast werin nirxandin û rast werin bi şêwekirin.”
Diyar Xerîb di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku, “Em weke PÇDK’e ev pêvajoya ku ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin weke şansekî gelek girîng dibînin ji bo hemû cîhanê û em dê hemû şiyanên xwe bixînin dewrê da ku ev pêvajoya ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin rast were famkirin û xwendin”. Her wiha Xerîb bilêv kir ku, em weke partiya çareseriya demokratika kurdistanê(PÇDK) felsefeya birêz Abdullha Ocalan weke hîma tekoşîna a bingehîn ji bo xwe dibînin.
Semîner bi dûrûşmeyên “ev serkeftin a gelê Kurde” û “em azadiya Ocalan dixwazin” bi dawîbû.
ANF/SILEMANÎ