Bi armanca parastin û pêşdebirina çand hunera Kurdî  ciwanên Silêmanî koma  ‘Çand û Hûner a Şehîd Hozan Serhed’ avakirin. Avakarên komê dan diyarkirin ku ew ê xwedî li hunera Hozan Serhed derbikevin.

Rêveberê komê Rêbwar Kakeyî derbarê avakirina komê de wiha axivî: “Wek komek ciwanên Silêmaniyê, di nav 6 mehan de me karî di çarçoveya çand û hunera Silêmaniyê de komekê bi navê Çand û Huner a Şehîd Hozan Serhed avabikin. Em gelek pê keyfxweş in li ser rêça şehîd Hozan Serhed diçin û xwedî li kar û xebatên wî derdikevin. Xwedî derketina li riya şehîd, xwedî derketina li çand û hunera Kurdî ye.”

 Her tim qala şehîd Hozan Serhed dikin

Rêbwar Kakeyî got ku halî hazir koma wan tenê komekê mûzîkê ye ku nêzîkê 10 ciwanan li xwe digre û wiha pê de çû:” Bernama me heye ku di pêşerojê de em koma xwe mezintir bikin û di aliyê dawet, şano û şêwekariyê de kom ava bikin. Sedemê me navê şehîd li koma xwe kirî ew e ku di salên 90’î de şehîd Hozan Serhed li Silêmaniyê rêveberê koma rewşenbiriya Mezopotamya dikir. Hunermendên Silêmaniyê her tim qala şehîd Hozan Serhed dikin ku cawan xizmet ji hunera Kurdî re kiriye. Ji ber vê em ji bi vê armancê em ji xwedî li hûnera şehîdan derdikevin.”

Ciwanan li gel xwe kom bikin


Yek ji endamên komê bi navê Şiyar Amed ku li ser avakirin û daxwaza avakirina koma Şehîd Hozan Serhed axivî û got: “Dema me koma şehîd Serhed avakir, armanca me ya sereke ew e ku em zêdetir ciwanan li gel xwe kom bikin û giringiya aliyê çand û hûnera Kurdî bidin nîşandan. Ji bo ev valahiya huneriya di Başûrê Kurdistanê de heye ji holê rakin me dest bi xebatek wisan kiriye.”

Şiyar Amed her wiha got: “Deriyê koma me ji bo hemû ciwanên bi xwazin xizmetê hunerî bikin vekirî ye. Ev derfetek baş e ji bo ciwanan ku bikarin bawerî û daxwazên xwe di vê komê de bibînin û ber bi Koma Şehîd Hozan Serhed ve bên.”

 Her wiha endamekê din yê komê bi navê Rehîm Reza ye, di derbarê armanc û daxwazên xwe de got: “Armanca min ya beşdarbûna vê koma hûnerî ew e ku bikarim divê riyê de xizmetek ji bo hunera Kurdî bikin, her wiha hezkirin û daxwazên xwe divê komê de mezintir bikim.” 


HAWKAR MISTEFA / CIHAT HEWRAMÎ  / ROJNEWS / ILÊMANÎ