Li Ferhengxaneya Ranye li ser roja cîhanê ya tundutîjiya li ser jînan semînerek bi berşdarbuna Yekîtiya Jinên Parêzgerên Kurdistan, Komela Jinên Kurdistan, Pîwendî Xuşkên Îslamîyên Kurdistan, Navenda Ronakbîrî û Çapemenîya Jinan, Tevgera Hemwelatî Azad û Wekhev û herwiha bi beşdarbuna Rêkxistina Jinên Azad yên Kurdistanê, goftugek li ser rewşa jinan hat kirin. Di semînerê de maf û yasayek taybet ji bo jinan hat xwestin.
Hat destnîşan kirin ku roja tundutîjiya li ser jinan weke her sal ku di 25’ ê mijdarê deye bi çalakiyên cur bi cur tê pêşwazî kirin. Komeleyên giştî û netewên yekgirti di 19. Mijdara 1999 de biryar da û têda daxwaz hat kirin ji hukumet û rêkxistinên hukmî û nehukmî divê rojê de çalakiyên cur be cur bi amanca zêdetir karkirin ji bo zalbuna li ser rewşa tundutîjiya li ser jinan. Belavbuna hişyarî kirinên giştî ji bo rizgarkirina ji bindestî, çewisandin u geflê xwarin hwd bên li darxistin. Di berdewamiya peyama xwede dubara amaje bi parastina mafê jinan hatkirin û divê derbarê de hat gotin ku; “hukumet û hemû rêkxistinên hukmî, nehukmî divê xebat jibo nasîna dadgehek ku tevahî mafên jinan weke kesayetek mirov perwer u rexsandina hemu mafên wan û wan bi cih anîn û hebuna yasayek ku parastin li hemu mafên jinan bike.”
DÎHA/RANYA
Maf û xwestekên jinan
- Nebûna cudabûna tu cinsan.
- Bi karanîna çapemenî di dijberî hemu berjwendî û mafên jinan.
- Hewildan û hêsan kirina xwendinê ji bo keçan, bi taybet keçên ku li cihên dur dixwînin.
- Giringi dayîna tendurustiya jinên dûcanî.
- Giringî dayîna bi rêkxistina mîkanîzma bi cihanîna yasayek li dijî tundutîjiya li beramber xêzan.
- Parstinek serbixwe û bê layengir buyîna dadgehê di biryardayîn û parstina mafên jinan de.
- Ru bi ru buyîna ji hevxistina fuhuş, herwiha destdirêjiya seksî.
Dawiya daxuyaniyê de filmek dokumenterî li ser rewşa jinan û tundutîjiya li ser jinan hat pêşkêkirina gelê amade.