Hêzên QSD’ê bendava Teşrînê ji dest DAIŞ’ê derxist, bajarokê Teşrînê jî rizgar kir, 80 gund û 60 gundik jî ji bin nîrê van hovan hatin derxistin. Herçî xetên sor ên dewleta Tirk bûn li rojava her roj ketin bin piyan û va ye li ber piyan diçin. Tesîra wê helbet li siyaseta hin nîv-aktorên Kurd jî dibe. ENKS’ya ku di rastiyê de êdî bi tenê PDK’yên cihê yên li Rojava ye niha amade ye “ji bîr bike”. Ka texmîn bikin çi ji bîr dike! Na we tê dernexist, ew şaşiyên xwe ji bîr dike û dibêje, “em amade ne êşên me ji destê TEV-DEM’ê kişandî ji bîr bikin”. Ez wergera van gotinan bi Kurdiya amiyane ji we re bibêjim. Me cihê xwe li bereya parastina Rojava negirt. Di nava hêzên dijminê Kurd û Kurdistanê de em bê tesîr û dewr man. Dîsa jî me tercîh kir ku komên weke El-Nusra û DAIŞ’ê bi tekbîran navçeyên Rojava ji dest we derxin. Ji bo vê me destek da wan. Di rewşeke bi vî rengî de tekane çalakiya me ya siyasî li dijî perwerdehiya bi zimanê Kurdî bû û li dijî biryarên birêveberiyê bû, ku me bixwesta me dikarî tê de cihê xwe bigirin, lê ji bo ku em Rojava bişkînin em ev jî nekir. Niha di destê me de ti “g*” nema. Ji ber wê jî em amade ne “ji bîr bikin”. TEV-DEM ji bîr jî bike jî, gelê Kurd wê dijminahiya we bi berjewendiyên xwe yên heyatî re ji bîr neke. Wê ji bîr neke ku we li Stenbolê tevî Erdogan û çeteyên wî êrîş li dijî Rojava plan kirin û bi rê ve birin. Sibe û du sibe li Rojava kesên ku destek dan we jî wê van gotinan li nav dev û rûyê we bixin. Lê ma ji xwe rûyê we bûye şekal, naêşe. Înşelah ev gotinên we yên xêrê bin û bi vî halê xwe yê nayê ber bi hev ve jî hûn karibin li Rojava vegerin.   


Û xweserî 

bi xwelîseran keniya...

Ne ji mêj ve ye, ev bû sê sal, hin derdoran henekê xwe bi fikra xweseriya li Rojava dikir. “Ev çi ye? Bi kêra çi tê?” Helbet min ji wan fêm dikir. Di wê fikr û hizrê de ku nikare biafirîne, fikr û hizrên nû, ecêb in. Lê di van sê, çar salên dawiyê de Rojava îsbat kir ku xweserî ji bo civakên pirreng û pirrdeng sîstemeke herî bi kêr hatî ye ku karibin xwe tê de îfade bikin û her weha biparêzin. Tesîra vê fikrê li bakur ji mêj ve heye. Piştî berxwedana li navçeyên xweserî ragihandî, tiştek bi eşkereyî derket holê: Mirov dikare dewletê û çekdarên wê ji meydanên xwe yên jiyanê bike der û van erd û meydanan di her warî de biparêze. Niha hin dengên dibêjin, ev şaş e, hene. Şaş e, baş e, pêşniyaza we çi ye? Hûn çi pêşniyazî miletê Kurd dikin da ku karibe êdî meydaneke piçûk a azad ji xwe re biafirîne? “Serxwebûn”, “herêmeke federal”? Ka bidin vî gelî! Ew êdî hew debar dike di bin vê zilmê de. Ew ciwanên tax, navçe û malên xwe diparêzin, ji heyvê nehatine, yên wan navçeyan in. Sibe dîroka vî miletî wê wan bike qehremanên raperîn û şoreşa xwe ya li bakurê welatê xwe. Hûn ê çi bikin? Bi tenê bibêjin şaş e? Hûn ê di vê pêvajoya ku wê siberoja vî miletî diyar bike, li kîjan aliyî bin, bi zimanê kê bipeyivin? Hûn ê gotinên rayedarên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk “copy” û “paste” bikin, yan hûn ê li cem gelê xwe yê li ber xwe dide cihê xwe bigirin? Hûn ê li wî aliyî bin ku pitikan dikujin, kalikên wan dikujin, dayikên wan dikujin, yan li aliyê wan ciwanan bin ku destê dewletê dûrî van navçeyan digirin? Pirs belkî gelek û dirêj xuya bin. Lê bersiva hemûyan di navbera erê û nayê de ye. Yan mirov li wî aliyê ku wê di avakirina netewe de sibe diyarker be, yan jî li wî aliyê ku di tepisandina wê de wê diyarker be. Tenê ecêb û sosretek dimîne, mirov bi dev û zimanê dewleta Tirk çawa dibe “Kurdistanî” bin ji hev dernexist.  


Siyaset, medya û akademî

Siyaset karekî qirêj e, medya gunehkarê sereke ye û akademî pîroz e… Şikir ji xwedê re hersêyan nas dikim û dizanim, hersê jî bi sifetên qenc û neqenc dibin. Siyaseta baş jî heye ya qirêj jî. Dema siyaset karibe bi kêra berjewendiyên kolektîf ên civakê were û karibe azadiyên ferdî û civakî misoger û befireh bike, ew siyaset bêguman ne qirêj e. Medya jî heke bi kêra agahdarkirinê were, bi kêra dirîna perdeya tariyê ya li ser civak û ferd were helbet karekî pîroz dike û heke akademî ji bo rewakirina desthilatdariyê, xurtkirina zilmê bixebite, çarçoveyên teorîk biafirîne ji zordestan re, sîlehan hilberîne ji şerên wan re hingê bila ti kes dilê xwe negire akademî sergo ye. Halê hazir jî sergoyekî mezin e akademî, bi şend şitlan, çend kulîlkan û nefelan ji wî sergoyî tiştekî baş jî peyde nabe.