HASÎPYANLIC

 

Koçberî û miştexbûyinî…

Ji ber ku jiyana me Kurdan mirin, girtîgeh an jî miştexbûn e, ez bi şans im ku hew girtîgeh û miştexbûyin para min ketiye heta niha.

Îcar ez ê li ser romana Lokman Polat a bi navê ‘Sylvîa Koleya Bazirganê Jinfiroş’ binivîsim. Nivîskar bi xwe ji Licê ya Amedê ye. Ew jî ji sirgûnan e û niha li Swêdê dimîne. Çîrok, helbest, roman, wêjeya zarokan jî di navê de wê heta niha 16 kitêb nivîsîne. Ew endamê  PEN’a Swêdê ye û avakarê Komelaya Nivîskarên Kurd e.

Romana ez ê behsa wê bikim ji nava weşanên AR’ê di Sibata 2017´an de hatiye weşandin û 157 rûpel in. Xunav Altun edîtoriya romanê kirye. Roman bi Kurmancî ye. Berg sade hatiye amadekirin, lê wêneyê jineke ne ji çanda me meraqekê bi mirov re çêdike. Jixwe  navê pirtûkê jî yê biyaniyan e. Ji ber va herduyan jî pirtûk ji min re dibêjê binere, bi Kurdî hatiye nivîsandin hema ez ne çîrokeke Kurdî me. Ya din jî ez li xwe mikur bêm dema min peyva "Jinfiroş" dît min; axir ji bo qebraxan jinfiroş jî tê gotin. Min êdî fam kir romanûs bi peyva lîstiye. Zêdetir bala min kişand. Îcar min li kunya pirtûkê mêze kir  û hîna li pirtûkxanê li ser linga me, paragrafa ewil hema ez dîl girtim û xistim nava pirtûkê; min xwest pirtûkê li wir biqedînim.

‘Tesadûf jî tenê min dibînin. Hem jî tesadûfên ecêb ku jiyana min û hêstên min ê ruhî serobin dikin ji bo ku tesadûfî min Sarayê dît  û ez bi êşa wê hesiyam, ez gelek li ber ketim. Di ser vê tesadûfê de du hefte derbas bûn, vêca tesadûfekî din rastî min hat û mûyên takê serê min rakir.’ (r. 7)

Hûn ê di romanê de evîndariyeke platonîk a jineke biyanî ya bi kurdekî re bixwînin. Rastî gelek bêbextî lê hatiye kirin û dîsa ez ê bêjim ‘mêr e bêbext e.’ Û evîndariyeke jineke ku ji bo evîndarê xwe çi bi serê wê ve hatiye û çiqas bedel daye, hûn ê bixwînin.

Di beşa duyem de nivîskar tevlî nava romanê dibe, dibêje ez azad im çi binivîsim, hûn ê wê bixwînin. Wî desthilatariya xwe li ser romanê destnîşan kiriye.

Nivîskare hinek şaşî kirine û wan gelekî bala min kişand. Nav tevlî hev kirine, mijar beravajî gotiye.

‘Ez di xaniyekî kirê ya du odeyî de bi tenê dijîm. Yanî ez tenê me…’ (r.17)

‘Ez xanî diqulipînim ser navê te. Xaniyê din besê Malînê ye …’ (r.135)

Ev mersela xanî zelal di romanê de hatiye eşkerekirin û Anderson xaniyek du ode wek diyarî daye Sylvîayê. Û jixwe di dawiya romanê de dîsa mersela xanî derbas dibe ku xaniyê Sylvîayê heye û ne kirêcî ye.

Ya din jî ewil dema min dît ez şok bûm, min got, na Sylvîa nikare bi wî ya re bizewice. Ji ber  xeletiya madî, şûna dildarê xwe Jîkov dibêje, ew bi wî yê ew xapandiye û firotiye qewadan Vîktor re zewiciye. Axir ev şaşiyeke madî bûye, Sylvîa ne bi Vîktor re belê bi Jîrko re zewiciye…

Belkî kêyfa hinekan jê re tê hema ya min nayê, dema peyvek tê nivîsandin û varyanta wê ya din jî di nava kevanê de tê danîn. Ji wanên ku rahêlin romaneke bi Kurdî û hê jî nizanibin ‘menzel û ode’ heman tişt in, kêm in. Nivîskar ev romana xweş û nûjen de carinan kerte li xwendina min xist. Dixwazim bibêjim, dubarekirina varyantan bes e. Hew di rûpelekê tenê de 4 caran peyva JEL/ KREM wiha nivîsandiye.

Karekterên romanê li ber çav in, ez niha dema li kuçeyê yeka çavşîn porzer nazenîn û kibar bibînim, ez dikarim bibêjim ev Sylvîa ye. Vîktor jî wisa Dilperîn jî û Malîna jî. Karekter baş bi goşt û hestî kirine.

Du mekan baş bi kar anîne, xwîner wê li ser Stockholm jî Varşova jî çi kêm û çi zêde xwedî agahî bin.

‘ … mûzîkê destpêkir. Hinek rabûn danskirin. Keç û jinên Swêdî gelek modern in, vekirîne. Ew ji xwe re jiyana xwe bi serbestî dijîn, azad in. Me jî dans kir. Çend mêrên Swedî çend car min rakirin dansê. Du sê jinê Swêdî jî di demên cuda de hatin bavê min rakirin dansê…’ (r.35)

Ya din jî li vir tiştekî veşartî heye ji vê re jî hostatiyeke mezin lazim e. Di pirtûkeke evîndariyê de propagandaya sosyalîzmê kiriye û nexistiye çavê me.

‘Sazûmana kapîtalîst bi sedan, bi hezaran keç û jinan xist kuçe û kolanan û ew li wir laşê xwe difiroşin. Ev travma ye, facîa ye, sosreteke civakî ye…’  (r.80)

Hûnandina wêjeyî jî gelek xurt e ku mirovî dikşîne hundirê xwe û dike ku çîrokê bernede. Ne ji wêjeya romanê ya xurt bûya, min ê di hilmekê de nexwenda. Çîrokê heta dawiyê ez di meraqê de hiştim û min dixwest xwe bigihînime encamê. Ev hem xurt bûna hostatiya wêjevan e him jî xurtbûna bûyerê radixe ber çavan.

Ev roman bûye senaryo û ew ê wek film were pêşberî me ji niha ve bi meraq li benda filmê me. Ez bi romanûs serbilind im.