Bipêşketinên şervanên QSD`ê li nava bajarê Reqayê didome û di şerê li 5 taxan de herî kêm 35 çete hatin kuştin.

Hemleya Rizgarkirina Reqayê bi gavên mezin di roja 77`an de dewam dike. Di vê çarçoveyê de doh li taxa Mansûr ya rojhilatê bajêr şerekî dijwar rû da û 9 çete hatin kuştin.

Li heman aliyî, li taxa Reşîd jî di encama şer de ku heta saeta nûçe dihat amadekirin, dewam dikir, 11 çete hatin kuştin û li taxa Reqayê Kevin jî 4 çete hatin kuştin.

Li aliyê rojavayê bajêr jî şervan li taxa Mirur bi pêş ve çûn û di encama şer de 6 çete hatin kuştin. Her wiha şer li taxa Nehda ya rojavayî bajêr qewimî û 5 çete li wir hatin kuştin.

Di şerê li van taxên navbirî de sê şervanên QSD`ê jî şehîd bûm.

Şervanên QSD’ê sivîl rizgar kirin 

Şervanên QSD’ê li taxa Mensûr a li rojhilatê Reqayê bi dehan sivîl rizgarkirin. 

Rizgarkirina welatiyên sivîl di Cenga Mezin de dewam dike. Doh tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan saet 11:00’an 10 sivîl ji taxa Mensûr rizgar kirin û gihandin cihên ewle. Taxa Mensûr dikeve rojhilatê bajêr û yek ji meydanên şer e ku şer lê herî dijwar e.


 ANHA/REQA