Du ciwanên Kurd ku mazotê ji Rojhilatê Kurdistanê dianîn, li devera Nezerbey a gundê Sirasork rastî êrişa pasdarên Îranê hatin. Di encamê de Mûrat Ozkaplan (18) û Mustafa Ozkaplan (18), bi giranî birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê.Piştre jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Wanê. Hate zanîn ku rewşa Mustafa Ozkaplan xedar e.
Kesê bi navê Fatih Ozkaplan ku bi saxî rizgar bû jî serpêhatiyên xwe anîn ziman û diyar kir ku ji bo leşker wî nekujin xwe avêtiye dexlê leşkeran. Ozkaplan, da zanîn ku li gel wî kir hawar jî dîsa leşkeran pismamê wî birîndar kirin.
Ozkaplan, destnîşan kir ku ji bilî vî karî tu karê ku pê debara xwe bikin tune û tenê çavkaniya wan a deborê qaçakvaniya mazotê ye. Ozkaplan, destnîşan kir ku heta niha gelek hevalên wan hatin kuştin û bêedaletiyek mezin li vir heye. Ozkaplan, anî ziman ku dema ji Îranê vedigeriyan leşkerê Îranê ew dan ber guleyan û wiha got: "Dema me barê xwe yê mazotê hilgirt û me berê xwe da Sarayê li ser sînor bêyî ku leşker me hişyar bike em di nava sînor û têlan de asê kirin. Em girtin û bêyî ku li gel me biaxivin gule barandin ser me.
Ozkaplan, da zanîn ku piştî leşkeran gule berdan pismamê wî û xwestin guleyan berdin wî jî kir qêrîn û hawar û xwe avêt dexlê leşkeran. Ozkaplan, helwesta leşkeran wiha anî ziman: "Leşkeran pismamê min Murat ji ser dilê wî de birîndar kirin. Mustafa jî ji zikê wi de birîndar kirin. Piştî bûyerê saet di 03.00'ê şevê de em berdan. Em bi halê xwe yê birîndar hatin gund û me gundî agahdar kirin. Gundiyan em hilgirtin û birin nexweşxaneyê. Heta niha bi dehan hevalên me li ser vî sinorî hatin birîndarkirin û hatin kuştin. Em dixwazin ev kuştin û êrîş bi dawî bibin."
Rewşa Mustafa Ozkaplan û Murat Ozkaplan Hêj giran e û Murat hate ameliyatkirin.

Di sê mehan de 28 kes qetil kirin
Herî dawî, di van rojên dawiyê de, ciwanê Kurd ê 21 salî yê ji Mehabadê ku navê wî nehate zanîn ji aliyê leşkerên Îranê ve li ser sînor hate kuştin. Piştî sê rojan termê wî dan malbata wî. Li gorî ajansa nûçeyan a Kurdpayê, leşkerên Îranê di nava 3 mehan de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine.
Li gorî tomarên ANF’ê, ji serê sala 2011 û vir ve herî kêm 58 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatine kuştin, her wiha bi dehan kes hatine birîdarkirin. 19 jê zarok 35 kesên ku di 28’ê berfanbarê de, li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava van de ye.

Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.

WAN