Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî herêma Şengalê kirin, bi sedan ciwanên Şengalê ji bo parastina Şengalê gihîştin hev YBŞ ava kirin. Bi armanca perwerde kirina şervanan jî Akademiya Dewrêşê Ewdî hatibû damezirandin.
Ji dema vekirina akademiyê û heta niha gelek dewre hatin meşandin û bi sedan şervan hatin perwerdekirin.
Dersên ramanî û leşkerî
Li gorî agahiyên ku berpirsyarên akademiyê dane, her dewreyek ji 20 şervanan pêk tê û di navbera 20 û 30 rojan de dom dike. Di encama van dewreyan de heta niha zêdetirî 750 şervan di akademiyê de perwerde dîtine.
Di dewreyan de dersên teorîk û polîtîk, dersên têkildarî leşkeriyê û şer, her wiha dersên wekî, “Dîroka Kurdistanê, dîroka Êzîdiyan, netewa demokratîk û dîroka jin” tên dayîn.
Piştî bi dawîkirina dewreyan şervan li eniyên cuda yên Şengalê tên peywirdarkirin.
Yek ji fermandarên YBŞ’ê Arif Şengalî têkildarî xebatên akademiyê ev tişt anîn ziman: “Gelê Êzîdî li Şengalê gihîşt qonaxeke ku pêwîste xwe biparêze. Ger ku dest bi rêxistina xwe nekin û parastina herêmên xwe nekin, kes wan naparêze. Ji ber vê yekê dest bi avakirina YBŞ’ê kirin û akademiya xwe ya leşkerî vekirin.”
Şervanê YBŞ’ê Rûbar Ehmed jî sedema beşdarbûna xwe ya nava refên YBŞ’ê wiha anî ziman: “Ez ji bo ku gelê xwe ji metirsiyên çeteyênê DAIŞ’ê biparêzim, beşdarî nava refên YBŞ’ê bûm.”
Ehmed bang li hemû ciwanên Êzîdî kir ku tevlî refên YBŞ’ê bibin û parastina welat û ola xwe bikin.
EYŞE HISO/ANHA/ŞENGAL