Modela xweseriya demokratîk a li Rojava û bakurê Sûrî, ku bi fikr û Felsefeya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş dikeve, tê gohtûbêjkirin.

Li bajarê Elmanyayê Gelsenkîrchenê li ser Şoreşa Rojava semînerek bi rê ve çû. Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanyayê (MLPD) semînerek organîze kir. Qederê 300 kesî li semînerê guhdarî kir.

Ev model ne tenê ji bo Kurdan e

Nûnera Piştevaniya Navneteweyî ya MLPD’ê, Monîka Gaertner-Engel moderatoriya semînerê kir û Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç li ser rewşa li Kurdistan û Rojhilata Navîn axivî. Hevseroka KNK’ê diyar kir ku Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo rizgariya hemû gelên herêmê bûye modelek. Koç herwiha qala modela konfederalîzma demokratîk a Ocalan jî kir û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Rojava.

Berdevka Piştevaniya Navneteweyî ya MLPD’ê Monîka Gaertner-Engel jî bal kişand ser berpirsyariyên xwe yên ji bo avakirina Rojava. Semîner bi muzîkê qediya.

 

ANF/GELSENKÎRCHEN