Jinên ku di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de daketin qadan, diyar kirin ku ew ê ji bo jiyan, beden, ked, maf û aştiyê li qadan bin. Jinên ku bi erbaneyên xwe derketin ser sûrên Amedê, bi tilîlî û kincên xwe yên reng û reng 8‘ê Adarê pêşwazî kirin.

Koma Aheng a Tevna Jinê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li ser sûrên Amedê pêşandan kir. 40 jinên li Komeleya Çandê ya Dîcle kom bûn, bi kincên herêmî yên reng û reng ên li xwe kirin û bi erbaneyên xwe meşek li dar xistin.

Jin ji Komeleya Dîcleyê heya Cadeya Mêrg Ehmed a navçeya Sûrê meşiyan û ji wir jî heta Bircên Ben û Senê hatin û bi erbaneyên xwe derketin ser sûran. Jinên ku li ser sûran rêz bûn, bi berzkirina tilîliyên xwe û lixistina erbanayan, li Amedê olan dan. 

 

 AMED