Di van 10 salên dawî de partiya li Tirkiyê desthilatdar AKP û PDK a ku beşek ji Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibe, li ser çend astan nêzî hev bûne. Weha ji gelekan re diyar dibe ku têkilyên „stratejî“ di nava van her 2 hêzên siyasî de peyda bûne. Lê rastî ne weha ye. AKP’ê ji bo têkbirina pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê, bi taybet, û li tevahiya Kurdistanê bi giştî, PDK wek amûrekî bikar tîne. 

Berî her tiştî AKP’ê dixwaze bi riya PDK bandorekê li gelê Kurd li Bakur bike û bi riya navê malbata Berzanî û nav û dengê Pêşmergeyan, dengên Kurdan bidest bixe û Tevgera Azadiya Kurdistanê tengav û qels bike. Ev stratejî di hilbijartinên salên derbasbûyî jî de diyar bû. AKP’ê serokê PDK Mesûd Berzanî vexwend Bakur û bi riya hevdîtinên bi gel re ji xwe re propaganda dikir. Di vê prosesê de wek dekor Şivan Perwer û Ibrahîm Tatlis jî bikar anî. Li gel van hewldanan jî Tevgera Azadiyê meşa xwe berdewam kir û serkeftinên hîna zêdetir di warê bidestxistina dengên gel de anî.

Di vê dema heyî jî de AKP’ê carek din hewl dide PDK ji bo propagandeya hilbijartinan bikar bîne. Lê vê carê hêviyên serkftinê li nik AKP’ê qels û zexel bûne, ne mîna berê xurt û berizin!. Her weha hêviyên PDK bi xwe jî ne mîna berê ne. Ew derbarê AKP’ê de bi şik û gumane û nema mîna berê ji dil û can bi “biratiya bi Erdogan” re bawer dike!.

Di rastiyê de têkiliyên AKP’ê bi PDK re ne mîna têkilyên partiyek siyasî bi partiyek siyasî ya din re ne, lê berovajî vê yekê, ew têkiliyek aliyekî desthilatdar bi aliyekî qels ku tê xwestin wek xizmetkar û xulam tevbigere, re ne. AKP’ê dixwaze PDK li dijî hestên welatparêziya Kurdên bakur li dijî xweseriyê bikar bîne. Ji ber hindê em dibînin ku hin hêzên marjînal yên bi PDK ve girêdayî eşkere dibêjin emê dengê xwe bidin AKP’ê û nedin HDP, wek hincet jî weha diyar dikin: HDP ne partiyek xurû Kurdî ye û ew doza dewleta Kurdî nake, loma emê dengê xwe nadinê, lê emê bidin AKP!!!.

PDK xwe dixapîne. AKP’ê ne dostê wê ye. Di dema ku DAIŞ êrîşî Şingal’ê û heremên din yên Başûr kir, AKP’ê pişta PDK berda û dengê hawara wê nebir xwe. AKP’ê ne çek û ne jî pere dan PDK da ku xwe li himberî êrîşên DAIŞ‘ê biparêze. AKP’ê dixwest DAIŞ derbasî Başûr bibe û Hewler’ê dagir bike. Hinek kes û alî têkilyên aborî yên AKP’ê û PDK mîna girêka hevbeş ya her 2 aliyan nîşan didin û dibêjin êdî ew ji hev sûdê werdigrin û li ser vê bingehê têkiliyek stratejî durust bûye. Ev tesbît ne rast e. Eger rast bûya û xema AKP’ê têkiliyên “stratejîk” yên bi PDK re bûya, dê li dijî dagirkeriya DAIŞ‘ê alîkariya eskerî dabûya Pêşmergeyan. Lê wê nekir. Berovajî vê yekê me dît ku Îran’ê çek dan PDK’ê. 

Hevalên AKP û Erdogan nînin. Têkilyên wan bi Beşar Esed û rejma Şam’ê re xurtir bûn. Her sal 3 qat mezintir ji bazerganiya bi PDK re sûd ji Esed û Şamê werdigrtin, lê di çend rojan de dev ji Esed berdan û li wî qulibtin!. Li gorî agahiyan AKP’ê heta niha 500 milyon dolar ên firotina petrolê nedaye PDK û destê xwe danîye ser hemû pereyên hin berpirsên Kurdên Başûr yên di bankên Tirkiyê de !

Divê PDK têkilyên xwe bi AKP’ê re carek din di ber çavan re derbas bike. Divê nema destekê bide siyaseta wê li Bakur û Rojava. Divê li diji HDP dernekev, lê berovajî vê yekê, destekê bidê. Eger HDP biserbikeve, Başûr jî biserdikeve û PDK bi xwe bi qedir û qîmetir dibe. Lê eger AKP biserbikeve, ewê vê siyaseta çavseroyê berdewam bike û zêdetir bi ser Başûr û PDK ve were…