Li ser wêjeya devkî li Bohta û Hekariya

Hem devkîbûn û hem jî nivîskîbûn fenomenên civakî yên welê tevlîhev û girift in ku nikarin ji hev hema welê karibin îzolekirin. Ji ber wê jî terîfeke meydana devkîbûnê ya giştî dikare weke “dîmensiyon û xwezaya ragihandin û danûstandina bi axaftinê” be, beramberî meydana nivîskîbûnê ku dikare weke “dîmensiyon û xwezaya bikaranîna nivîsê” be.

 

LOKMAN TURGUT

 


Ji ber ku gelek caran gava behsa devkîbûnê, folklorê, kilam, stran û dengbêjiyê tê kirin, mirov li nexwendeyan, li wan kes û civakên ku nivîs nedîtine, tesîra wê kêm li wan bûye difikirin, lazim e ez vê gotinê bibêjim: Li Kurdistanê îro jî û ji sedsalan û vir ve jî civak nivîsê nas dike û bi kar tîne. Yanî ew civaka Goody jê re dibêje ”truly oral” li Kurdistanê ji dema ku em bi navê wê dizanin û vir ve çênebûye*. Jixwe ew reşbelek û mektûbên di stran û kilaman de navê wan tê hildan jî şahidên vê ne. Civak bi ferdên xwe hemûyan xwende nebe jî, haya hemûyî ji nivîsê û tesîrên wê hebûye. Heta li Kurdistanê ji mêj e xwendebûneke bi gelek alfabeyan heye: Erebî û Kurmancî/Soraniya Medreseyan, zimanên fermî yên dewletên dagirker (Tirkî, Erebî, Farsî) û Kurmanciya bi tîpên latînî li Rojava û Soraniya bi tîpên Aramî/Erebî li Başûr. Ji ber wê jî devkîbûn nabe ku weke dijberê xwendebûn yan jî nivîsê bê dîtin. Bi heman hizrê, nabe ku wêjeya devkî jî dijberê yan jî nebûna wêjeya nivîskî bê dîtin. Ji ber wê jî weke kategoriyeke bi sînorên diyar ji hevveqetandinê û diyarkirina sînorên devkîbûnê jî wê ne di cih de be. Hem devkîbûn û hem jî nivîskîbûn fenomenên civakî yên welê tevlîhev û girift in ku nikarin ji hev hema welê karibin îzolekirin. Lewma reduksiyonîzmeke bi vî rengî wê nehêle ku çandeke devkî yan jî alî û xwedanedera wê bi rastî bên fêmkirin. Ji ber wê jî terîfeke meydana devkîbûnê ya giştî dikare weke “dîmensiyon û xwezaya ragihandin û danûstandina bi axaftinê” be, beramberî meydana nivîskîbûnê ku dikare weke “dîmensiyon û xwezaya bikaranîna nivîsê” be.
Di çanda devkî ya komeke diyar de û di pêvajoyên wê yên kognîtîf (bi aqil têgihiştin) de devkîbûn faktoreke girîng e û xweserî çandê ye. Ji ber wê, ew ê ne şaş be mirov bibêje, ji bo fêmkirina devkîbûna komekê pêşî lazim e mirov bikaranîna zimên û cûreyên wê yên devkî yên muhim ên di ragihandinê de tên bikaranîn, ji hev bên derxistin. Ji bo bibe xurtiyek ji fêmkirina wêjeya devkî ya Kurdan, min hewl da cûreyên wêjeya devkî li herêmên Bohta û Hekariyayê ji hev derêxim, nas bikim ka ew çawa hatine sinifandin.
Gava min miamele bi metnên devkî re kir jî performans ji bo min a kilîta esasî ya miamele û çanda insanan bû. Performans di vê peywendê de axaftina (speech act) a pirralî ye ku ne tenê girêdayî hawîrdora xwe ya taybet e, lê belê gelek peywendiyên wê yên komunîkatîf (ên ragihandinê) bi performansên beriya xwe û piştî xwe re jî hene**.
Di helwêsteke bi vî rengî ya beramberî wêjeya devkî de cûre û sinifandinên cihî gelekî muhim dibin û cûre weke faktoreke organîzeker a performansa devkî ya bi gotinê tê dîtin. Ji ber wê bikaranîna binavkirinên cûreyên gelekî belav ên weke efsane, destan û çîrok wê ji bo lêkolîneke cûreyên devkî li mekanekî çandî yê diyar wê zêde bi kêr neyên. Ji ber wê jî maqûl e mirov sinifandina cihî fêm bike, terîf bike û bi nav bike.
Ji gelek terîfên cûre, ez bi xwe cûre weke şertûmercên sereke yên çarçoveyî dibînim, yên ku dîrokî hatine neqilkirin û nisbî jî têra xwe bi îstîqrar in. Ev şert û mercên sereke yên çarçoveyê ji bo diyarkirina berê hilberînê û diskursa ji bo hilberînê ye. Ew gelekî stîlîzekirîne û xwe disipêrin pratîkên civakî yên hilberîna zimanî û lihevkirina li ser vê ya di nava civakê de. Lê belê ew dîsa jî qayîşokî ne û li guhertinên hilberîner ên bi performansan jî vekirî ne.
Ji ber wê, dabeşkirina cûreyên wêjeya devkî li gorî sinifandina di nava civaka ku ev wêje tê de tê hilberîn û gotin, gelekî maqûltir diyar e, lewma ev dabeşkirin ne hema welê ye, li gorî hin qaîdeyan e û li aliyê din dike ku em rehettir li seridîna wan cûreyan serwext bibin. Li gorî vê li herêma Bohta û Hekariya hin ji cûreyên wêjeya devkî yên sereke ev in:

Stran

Stran cûreyê di nava wêjeya devkî ya Kurdî de herî belav e. Ew hem cûreyekî muzîkî û hem jî cûreyekî wêjeyî ye. Gava ku Celadet Bedirxan, ew weke ”le genre exclusivement musical, correspondant à peu près au Lied allemand (cûreyê bi temamî muzîkî ku hema hema teqabilî Lied a Elman dike)” (Bedir Khan 1932: 10) bi nav dikir, terîfeke di cih de dikir.
Axir stran li ser bûyereke bi rastî yan jî fîktîf ava dibin. Di warê mijara xwe de sînorekî wê yê diyar xuya nake. Melodiya diyar a muzîkî xisleta stranê ya sereke ye ku wê ji cûreyên din ên bi heman mijaran cihê dike.

Serhatî û qewl

Serhatî esas cûreyên pexşanê yên devkî terîf dike. Jixwe maneya wê îşaret bi tişta bi ser kesî de hatî dike. Herçî eşîrên koçer ên weke Kiça ne, li şûna serhatî, qewl jî dibêjin, lê qewl xwedî peywendeke cihê ne jî. Lê belê qewl bi erkeke civakî jî radibin, ew hin tecrûbe, zanetî, rêûresmên eşîrî, rîtuel û cihê civakî yên tebeqeyên diyar neqil dikin.
Peywenda civakî ya ku qewl vê fonksiyona xwe bi cih tînin, îro êdî nemaye, yan jî hema hema nemaye. Lê di pratîkê de gotina Serhatiyan bi giştî jî ji ber ku yekser elaqedarî civaka ji rêûresmê ye, ji nava cûreyên deverê yên herî kêm tên gotin in û bi gotineke din, yên herî zêde li ber nemanê ne. Em gotina amî bi kar bînin: ”Modernîzm” herî zêde li vî cûreyê wêjeya devkî hatiye xezebê.

Payîzok

Ev cûreyê hanê ku weke payîzok (payizok, pehîzok û hwd.) tê binavkirin, ne cûreyek e ku bi tenê bi payîzê karibe were terîfkirin. Ev cûre li herêmên Bohta û Hekariya (qismî li Behdînanê) belav e û nexasim jî di nava koçeran de yek ji cureyên wêjeya devkî yên herî xurt e.
Dema em berê xwe didin cûreyên nêzî hev ên wêjeyî yên ku payîzok jî yek ji wan e, em dibînin ku hemû di heman demê de cûreyên muzîkî ne, û newa û melodiya wan di îcrakirina wan de diyarker e. Yanî, dema em berê xwe bidin van cureyan, nabe ku em aliyê muzîkê yê van cûreyan ji bîr bikin. Yek ji van cûreyan xizêmok e, yê din jî biharok e.
Êdî mijar di payîzokê de çi dibe bila bibe, em tê de hin ferdayên (qismek ji helbesta devkî) ku behsa payîzê û dinya payîzê bikin, dibînin; ev jî mirovan melankolîk dikin û didin ponijîn. Alegoriya di navbera payîzê û dawiya temenê mirovan de dike ku mijarên payîzokan gelek bûyerên dramatîk bihewînin.

Heyranok

Heyranok bi şiklê xwe yê pêkahatinê duet in. Dueta du evîndaran yan jî di navbera aşiq û maşûqekî de ku maşûq timî ne miqabilê dil e. Keç û kur li hev vedigerînin. Lê belê ev sînorê destpêkê yê naverokê, ji mêj qulqulî bûye.
Ji ber ku rêûresma nihurandina heyranokan li zozanan yan jî li gundan êdî nemaye, heyranokên berdest, pirranî ji ber melodiya xwe ya xweş li dîwanan û odeyan tên gotin.

Hayîn û Şînî

Hayîn û Şînî du cûreyên wek cêwiyan in. Herçî hayîn in, li deverên din teqabilî landik, lorîkan dikin, zêmara Torê û beriya Mêrdînê jî teqabilî şîniyan dikin. Herçî hayîn in, tenê jin wan dilorînin. Şînî bi xwe jî weke zêmaran di şert û mercên ”asayî” de jin wan dibêjin. Lê belê naverok û gelek qalibên helbestwarî (formul) di herdu cûreyan de eynî ne. Weke encam mirov dikare bibêje, ji ber ku di civaka ji rêûresmê de jin êş û azara ji ber çûna nav maleke xerîb (dana mêr), yan jî ji ber mirinê nekarî hema ji xelkê re bibêje, lê dikarî binihûrîne, em dibînin ku naveroka van herdu cûreyan gelekî dişibe hev, lê her wiha qalib û melodiyên wan jî. Nihurandina êşê ji ber vê terîfa herî giştî ya van cûreyan e. Yanî hem di hayînan de û hem jî di şîniyan de nihurandin ji bo ji heqî êşê derketinê, rêyek in yan jî rêyek bûne.

Li ser rewşa giştî ya cûreyan li van deveran

Di dawiyê de li ser mijara cûreyên devkî li herêmên Bohta û Hekariya mirov dikare bibêje, diyar e ku îcraker bi qaîdeyên sereke yên cûreyên girîng baş dizanin; ew li gorî van qaîdeyan performansên xwe îcra dikin. Ji bo berhemên xwe terîf û bi nav bikin, li ber destê wan termînolojiyeke cihî heye û ev termînolojî di cihê xwe de û baş tê bikaranîn. Cûreyên bi stranî û yên pexşanî hemû jî xwedî heman qîmetî ne. Lê belê cihê du cûreyan hinekî taybet e jî, ne ji ber ku îmtiyazên wan hene, lê ji ber ku ji bo binavkirina awayê sereke yê cûreyan terîf dikin. Stran û serhatî ji bo jihevderxistina cûreyên muzîkal û pexşanê tên bikaranîn.
Li vê herêmê hin cûre êdî hatine ber nemanê, ji ber ku ew hem her diçe kêmtir tên hilberîn, hem jî kêmtir tên îcrakirin. Sedema sereke, şertûmercên hilberîna wan êdî nemane; tevî ku hin cûre ji ber esteîka xwe dîsa jî tên îcrakirin, ji bo hin cûreyan derfet û sedemên îcrakirinê diyar e namînin.

Analîzeke giştî ya berheman

Gava em berê xwe bidin berhemên van cûreyan, em dikarin bibêjin ku berhemên li ser kesayet û bûyerên dîrokî me di warê wan de baş agahdar dikin û dikin ku em hayilbûna li dîrokê ya civaka ji rêûresmê ya van deveran çêtir fêm bikin.
Li ser Berdirxan Begê ji cûreyên cihê gelek berhem hene. Ew behsa salên 30´î, 40´î yên sedsala 19´an dikin.
Mesela yek ji stranan, behsa Seîd Begê, Mîrê Êzîdxanê dike. Em li vir şahidiyê li êrişa Bedirxan Begê li dijî Kela Ridwanê dikin. Mirov dikare gelek spekulasyonan bike li ser sedemên êrişa Bedirxan Begê ya li dijî Seîd Begê, lê tiştek heye ku weke heyva li çardehan diyar e: Ji bo Berdixan Begê hingê çiqas mîr û begên xurt kêm bûna, desthilata wî jî ewqasî zexm dibû. Bedirxan Begê sala 1836´an weke mîr li şûna apê xwe Mîr Sêvdîn, hat diyarkirin. Yê ku ew kir mîr jî ne xelkê Bohta bû, lê Paşayê Osmanî Reşîd Paşa bû. Bila li vir agahiyek be, Êzdîn Şêr Beg kurê Mîr Sêvdîn e, yanî mîrê li gorî hiqûqa mîraniyê ew e. Bedirxan Begê bi wekalet mîrîtiya Bohta dikir û ji bo ku cihê xwe zexm bike jî ew bi împeretoriyê re yanî bi Bab-i Alî re dibe hevkar, bi gotinên wî bi xwe, dibe xizmetkarê Bab-i Alî. Ji ber wê jî wê ne şaş be em bibêjin ku di sefera Osmaniyan a li dijî Kela Seîd Begê (Kela Ridwan), Bedirxan Beg bi artêşa Osmaniyan re şerê Êzîdiyan kiribe. Ew sefera ku Helmut von Moltke, efserê Prusyayê yê şêwirmendê artêşa Osmaniyan behsa wê dike, Gulana 1838´an qewimiye.

 

Cil û bergên Bedirxan Begê li gorî Miner Killbourne Kellogu. Killbourne Kellogu wextekê dibe qasidê Wezareta Karê Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Muhtemel e ku ev resmê hanê jî hingê xêz kiribe.

Şikestina Bedirxan Begê

Qewlek yekser bi şikestina Bedirxan Begê dadikeve. Di qewlî de sedema sereke ya şikestina Bedirxan Begê weke ”xiyaneta” Êzdîn Şêr Beg tê nîşandan, lê bi nakokiyên paşê ev yek zelûl dibe. Lewma ev xiyaneta hanê tenê ji bo dema şer e, û bi ser halan de Êzdîn Şêr Beg weke mîrê Bohta tê binavkirin. Çawa me li jor bi bîr xistibû, jixwe li gorî qanûnên mîrtiyê, ew mîr bû û Bedirxan Begê bi wekaletî mîrtî dikir. Ji ber wê jî gelekî muhtemel e ku îcrakeran pêre pêre, paşê ev fikra xiyanetê ji ber diskursên neteweyî yên di nava Kurdan de li performansa xwe zêde kiribe. Em awira xwe li îro, di nava neteweperestiya Kurd de deynin, ”xiyaneta” Êzdîn Şêr Beg li miletê Kurd bûye. Lê gava em li meseleya hingê dinihêrin, em dibînin, Êzdîn Şêr Beg heman tişta ku Bedirxan Begê ji bo bibe mîr kirî, li Bedirxan Begê kiriye: Yanî hevkarî bi Osmaniyan re kiriye. Lê di navbera wan de cudahiyek jî heye. Êzdîn Şêr Beg li gorî qanûnên mîrtiyê mîrê heq e, Bedirxan Beg bixwe li ser vî heqî rûdine. Em di van berheman de wekî din dibînin ku Bedirxan Beg mîrê Kurmanciyê jî be, ti nîşana hewldanên miletgiriyeke modern pê re xuya nakin. Ji ber wê jî ew çend hewldanên ku behsa wan jî tê kirin, dibe ku paşê pêre pêre li metna van berheman hatibe zêdekirin.

Bêbextî eşq û namûs

Eşq bi gelek aliyên xwe yên cihê ji mijarên sereke yên gelek cûreyan e.
Di trajediya Şêxik de em hem eşqê, hem bêbextiyê, hem şer û hem mefhûma namûsê dibînin. Payizoka bi navê Şêxik behsa nêçîrvanê kewan ê mîrê Gurkêlê dike. Ji ber ku Şêxik pirr lihevhatî ye, jina mîrî Gulê, rojeke mîr li dîwana Mîrê Bohta ye, wî neçar dike ku pê re be. Xulamên mîr xwe digihînin dîwana Mîrê Bohta û ji mîrê xwe re bi şîfre, dibêjin ka çi qewimiye. Mîr vedigere Gurkêlê û Şêxikî bi êşkenceyê neçar dike ku li xwe mikur bê. Fermana kuştina wî jî ne ji rêzê ye. Ew tê berdan û gava bi soberiyê ji çemî dibihure, eskerê mîrî yê ”fileh” bi fermana mîrî wî bi tivingê dikuje. Li gorî serhatîbêj û payîzokbêjan, mîr bi xwe ji ber ku bêriya Şêxik kiriye ev payîzok gotiye. Lê çarenûsa Gulê çi bûye, em nizanin, weke ku yekane mexdûr Şêxik be payîzok û serhatî hatine sêwirandin. Bi vî halê xwe jî ev trajediya Şêxik tenê ye.

Eşq, namûs û mirin

Herçî namûs e, çawa ku ji aliyê komên civakî yên ji malbatê mezintir tê avakirin, zexta wê ya ber bi cezakirinê ve diajo, li ser malbatê bi xurtî xwe dide hîskirin.
Di stranekê de ku Mihemed Evdilqadirê Ripinî dibêje*** jinek e, ya ku dinihurîne. Ew dibêje, evîndarê wê hatiye kuştin. Stran pirr kevin nîne. Muhtemel e ku di salên 1960´î de bûyer qewimîbe. Lê axir ji ber ”bela namûsê” kurik tê kuştin. Kurik jî ji malê ye. Bi qasî ku diyar dibe, endamên din ên malbatê didin dûv şopa wî, wî li Stenbolê dibînin û dikujin.
Ev strana jinê bi xwe bi vî rengê xwe vediguhere nîşandana xurtiya li dijî malbata xwe bixwe; belkî jî bi rengekî ji rengan tola xwe hiltîne.

Aliyên hunerî yên performansê

Mirov dikare kurt û Kurmancî aliyên hunerî yên performansan wiha terîf bike:
Herçî ferda ne, ew bi navberan zelal diyarkirî ne; hêmanên ku ferdayan didin destpêkirin, diyar in. Wekî din ji bo îfadekirina hestên xurt jî qalibên diyar hene. Hin berhem bi ferdayên diyaloga di navbera du jinan de dest pê dikin. Ev herdu jin dibe ku bi rastî jî bin, dibe ku xeyalî jî bin; lê axir ew çavdêrên meseleyê ne û bi gotinên wan mesele tê gotin.
Herçî qafiye ye, mirov ne di berheman hemûyan de dibîne. Dîsa jî çavdêrekî baş qafiyeyeke kompleks û girift a nava ristan di cih de dibîne. Wezneke helbesta klasîk bi ti awayî nîne, ji bilî di beytan de -ew jî qismî û ne misêwa- ku li vir me behsa wan nekir. Herçî awayê îcrakirina muzîkal e, ew jî bi dirêjahiya ristan diyar dibe. Helbet ”çêrên dawetan” ku li vir me behsa wan jî nekir, îstîsna ne. Rêza ferdayan bixwe, bi îtîna hatiye neqandin yan jî diyarkirin.
Ew qebûla giştî ya ku dibêje, îcraker bi xurtî li gorî hêviya guhdaran, civakê performansa xwe diyar dikin, di çavdêriyên min de xwe piştrast nekir; ji ber wê bi ya min divê ev qebûl bê modîfiyekirin. Em wisa bibêjin, wê ne şaş be: Îcraker serbest e ku materyalên xwe ji bo îcrakirinê ava bike, lê belê ev serbestî bi pîvanên estetîkê yên civaka guhdaran û îcrakerên din sînordarkirî ye. Hêmanên hunerî yên ji berê ve diyarkirî jî vê serbestiyê sînordar dikin.
Danîna ristan, ferdayan û hêmanên hunerî dikarin li gorî cinsê îcraker, bêjerê/a di berhemê de biguhere. Yanî ne tenê cinsê îcraker ê yê bêjer jî di avakirina hunerê ya berhemekê de bi dewra xwe radibin.

 

Siyaset di îcrayê de

Stranên siyasî di nava van 50 salên dawiyê de bi Kurdî têra xwe belav bûn. Em siyasetê di nava cûreyên wêjeya devkî ya ji rêûresmê ya li Bohta û Hekariya de jî dibînin, lê sedema bicihkirina wê û awayê wê guhertî ne. Em eşkere dibînin ku di nava berheman de bikaranîna peyv û gotinên di warê ”neteweyî” de ”bîrewertir” çêbûye. Li şûna çiyayên vê Cizîrê, em bi carekê çiyayên Kurdistanê dibihîsin. Nifirên li artêşa dijminan û bangên tolhildanê yên li ciwanan jî bi heman rengî di nava performansên ji rêûresmê de êdî hene. Yanî tesîra dîskursa neteweyî û miletperestiyê xwe dide der. Lê, em di payîzokên tê de doza serbestkirina Ocalan tê kirin de jî, nikarin behsa heman motîvasyona di stranên siyasî de bikin. Mijar çi dibe bila bibe, em dibînin ku îfadekirina êş û azarê, îfadekirina trawmayekê, eynî weke di gelek cûreyên ji rêûresmê de di wan de jî heye. Li vir muhim e, em ji hev derêxin ku em behsa stranên partîzanî û stranên modern ên bi usûlên berê nakin, lê behsa berhemên cûreyên ji rêûresmê yên wêjeya devkî dikin.

 

Jibîrkirin û bîr

Yek ji aliyên mirovan heyranî xwe dihêle yên çanda devkî, ew e ka çawa agahiyan bêyî alîkariya îfadeyên ji derve tê mihafezekirin û neqilkirin. Bîr di vî warî de vediguhere navgîneke mihafezekirina agahiyan. Lê ev bîra hanê û bîra em di peywenda modern de nas dikin, ne yek in. Lewma ya diqewime kommemorasyon e. Ew zindî ye û amûrên ji bo ku dewam bike jî bi xwe bi pêş dixe da ku fonksiyona xwe di nava civakê de pêk bîne. Yanî ev fiileke civakî ye, tecrûbeyeke bi temamî ye û ev tecrûbe objektîfbûna hizr, awir û li gorî rewşê konbîne dike.
Mesela, li cem koçerên Kiça, neqilkirina hin cûreyan tenê bi organîzebûna civaka ji rêûresmê mumkin bû. Rûspiyan qewl digotin û rûspî li cem Kiçan ji bav tê, mirov nabe rûspî, mirov rûspî ji dayik dibe. Ji ber wê, bi kontrola xurt a civakî, tişta dihat neqilkirin jî nisbeten baş muhafezekirî bû.
Lê belê neqilkirinên devkî nabe ku di warê kesan û motîfan hişk bin, li gorî dînamîka civakî tesîrên cihê lê dibin. Ji ber wê jî mirov rehet fêm dike, gava Ûsivê Kiça dibêje, ”koçer êdî neman” ew dibêje, neqilkirina qewlan jî êdî ne lazim e. Yanî qewl bi guhertina civakê re veguherîne agahiyên ku kategorîk êdî ne lazim in.
Jibîrkirin bi xwe jî beşek ji bîrê ne. Li Mexmûrê gelek îcrakeran behsa berhemên li ser şerên di navbera eşîrên Misilman û yên Êzîdî de kirin û wan got, ew naxwazin êdî van berheman îcra bikin. Em dibînin ku îcraker li vir tercîh dikin ku jibîrbikin, ji ber ku ”Kurd hemû bira ne”. Ev tesîra dîskursa li ser netewe ye; lê jibîrkirina ku tercîh e weke beşek ji bîrê, dikare di encama gelek tesîrên din jî xwe bide der.

* Goody Jack. The Domestication of the Savage Mind, Cambridge, Cambridge University Press 1977.

** Bauman, Richard. The field study of folklore in context, in: Handbook of American Folklore, Richard M. Dorson (Edîtor), Bloomington 1983, 362-367.
Story, Performance, and Event: Contextual Studies of Oral Narrative- , New York 1986.

*** Ji vir û pê ve daneyên li jêr ji xebata doktorayê ya li jêr hatine girtin: Turgut, Lokman. Mündliche Literatur der Kurden in den Regionen Botan und Hekarî. Logos Verlag, Berlin 2010.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.